MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
“Îjar yoga çi ye! Yoga ne li gor kurdan e” - Atölye BİA
Yaşam
12 Nisan 2020
Yaşam
12 Nisan 2020

“Îjar yoga çi ye! Yoga ne li gor kurdan e”

Okuma Süresi: 4 dk
Dersdêra yogayê, Berivan Turanê bersiva pirsên me yên li ser dersên yogaya Kurdî da.

Bêrîvan Turan, ev du sal in yogayê dike. Wê zend û bendên xwe hildaye, bi zimanê dayîka xwe li Bakurî dest bi dayîna dersên yogayê kirîye.

Niha bi awayê online, rû bi rû û li ser platformên medyaya civakî dersên yogayê bi kurdî dide. Dixwaze bi vî awayî xwe bighîne hemû gelê kurd û yogayê li Bakurî belav bike.

Bêrîvan Turanê pirsên ku me derbarê vê mijarê de jê kir bersivand.

Nexweşiya Covid-19ê gelek tişt guherand. Ji bo tenduristîya xwe mirov mecbûrî  îzolekirinê bûn . Îro gelek kes li mala xwe ne û pêdivîya wan him bi awayê fizikî him jî bi awayê derûnî bi terapîyek heye. Gelo yoga dikare van pêdivîyan bîne cih?

Dikare helbet. Ji xwe vê demê Zaningeha Harvardê jî yogayê pêşnîyar kir. Em dizanin ku ev nexweşîn bandorê li danûstendina bêhnê dike. Lewma pratîka bêhnê di vê demê da pir pêwist e ji bo ku kapasîteya kezeba me zêde bibe. Îjar kalîte û kontrola bêhnê bi yogayê em dikarin pêk bînin. Gel vê medîtasyon jî gelek girîng e. Bi medîtasyonê em dikarin stresa xwe kêm bikin, hinkî aram bin, li xwe guhdar bikin. Pratîka asanayê jî ji bo laşê me qewet bigre, ji bo bi hêztir be û dema nexweşîn hat em pê nekevin girîng e. Lewma di van deman de tista herî pêwist jî ji xwe yoga ye.

“Îjar yoga çi ye! Yoga ne li gor kurdan e” - Atölye BİA

Eleqeya kurdan çawa ye, ji alîyê gel ve qet meylek tûne ye ber bi yogayê ve?

Heye helbet. Di serî da digotin; “Mamoste gelo kurd jî yoga dikin, em jî dikarin yoga bikin?” Pey ra piçek hîn bûn. Pir xweşa wan çû, îjar peyamên pir xweş hatin ji wan. Yên di emrê bavê min de peyam davên, dibên xwezil ciwanên din jî dikaribûna wek te bi zimanê xwe modernîteya kurda pêş ve bibirana. Dayîkên peyam davêjin jî hene, zarokên ku dibêjin dê û bavê me kurd in lê em bi kurdî nizanin lewma te dişopînin û minak digrin jî hene. Yanî dixwazin, meyla wan çêbû û pir peyam jî tên ji bo ku em bi hev ra yogayê bikin.

“Îjar yoga çi ye! Yoga ne li gor kurdan e” - Atölye BİA

Tu yogayê çawa pênase dikî/ji bo te yoga çi ye?

Wextê tu yogayê dikî rêya te ne li derve ye, hundirê te ye. Tu hîn dibî ka tu ji çi hez dikî, ji çi hez nakî, stresa xwe kêm dikî, dengê dilê xwe guhdar dikî bi yogayê. Serî de ez ji xwe minak bidim, berê ez ne yeka ewqas aram bûm lê bi yogayê aramtir bûm, stresa min nema, mirovekî ku bixwaze der û dorên xwe fehm bike ewilî gere ji xwe dest pê bike. Mirovek ku fehm bike ew çi dike ka jîyan ji bo wî çî ye wê çaxê der û dorê xwe jî fehm dike, qiymet û rûmetê dide jîyana wan jî û aram dibe. Lewma ji bo min yoga guhdarkirina dilê xwe û aramîya laş û rihê mirov e.

Di vê rêwîtîyê da dijwarîyên tu rû bi rû mayî yan dimînî hene gelo? Dikarî piçek behs bikî?

Wexta min nû dest bi yogayê kiribû ji ber gelê me nedizanîn yoga çi ye, ji wan ra ecêb dihat û digotin; “ Îjar yoga çi ye, tu çawa laşê xwe wisa dikî, çawa tu wiha difikirî? Yoga ne li gor kurdan e, ev ne çanda me ye”. Demek bi şûn da ev li wan rûnişt, fikrê wan guherîn û wê qebûl kirin.

“Îjar yoga çi ye! Yoga ne li gor kurdan e” - Atölye BİA

Wexta min di instagramê de jî dest bi weşanê kir hinek hevalên derdora min gotin: “Ka bi kurdî wê yoga çawa bimeşe, kî wê bişopîne, kî dê temaşe bike?”  ji wir jî peyamên wek; ka jin dikarin laşê xwe wiha bikin, çima tu tiştên wiha ecêb dikî, tu çawa zimanê kurdî dikî nav karek wiha? dihatin. Dema min youtube vekir ijar ji ber hashtaga kurdî videoya ser dihat rakirin. Lêbelê ev min ji rêya min nekirin û îro em tenê nînin, her diçe em zêde jî dibin.

Piştî dersên instagramê te kanalek Youtubê jî vekir. Ji bilî van, ji bo pêşketin û belavbûna yogayê, di rojên pêş de projeyên te hene gelo?

Min kenala Youtubê ji ber ku gel zêde zêde xwest vekiribû lê xeyalek min ya wisa heye; Waxtê min dest bi yogayê kiribû min didît ku mamoste diçûn her deverî, welatî û waneyan bi zimanê xwe didan. Ez jî dixwazim herim her derê welat û yogayê bi kurdî pêşkêş bikim. Ya din dixwazim rojkê bi serenavê yogaya kurdî enstituyekê vekim. Lê vana gav bi gav, hêdî hêdî dibin. Divê di nava gelê kurd de were naskirin, belav bibe pey ra wextê dem bê her tişt wê bibe.

Mardin Artuklu Üniversitesi “Kürt Dili ve Edebiyatı” bölümünü 2018’de bitirdi. Şu an Dicle Üniversitesi “Kürt Dili ve Kültürü” alanında master yapıyor. Aynı zamanda “Arap Dili ve Edebiyatı” bölümünü okuyor. Atölye BİA 12-26 Nisan 2020 “Kürtçe Medya Atölyesi” katılımcısı.