MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye - Atölye BİA
İklim Krizi
20 Aralık 2021
İklim Krizi
20 Aralık 2021

Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye

Okuma Süresi: 5 dk
Cotkarê ji gundê Çilbazarê Ahmet Înceyî got, “Li deverên me goşt bi 34 Lîrayê Tirkan dikirin û wî goştî li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê bi 100 Lîrayê Tirkan difiroşin. Qaşo em li heman welatî dijîn, weke her tiştî qeyrana me jî cûda ye."

Xwediyên pez û cotkarên Çewligê îsal him ji ber krîza îklîmê û him jî ji ber ya aboriyê bifikar in. Cotkarê ji gundê Çilbazarê Ahmet Înceyî ji bo zihmetiyên ji ber qeyranê çêbûye weha got: “Li deverên me goşt bi 34 Lîrayê Tirka digirin û wî goştî li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê bi 100 Lîrayê Tirka difiroşin. Qaşo em li welatek dijîn, weke her tiştî qeyrana me jî cûda ye, ked û xebatin me tên dizîn û em heqê keda xwe nagrin.”

Kanîreşa Çewlîgê herêmeke bilind û çiyayî ye. Piraniya xelkê deverê bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Li vê herêmê heta çend sal berê jî nêzîkî 2 metreyan berf dibariya. Sala ku berf zêde bibariya wê salê xelkê deverê havîna xwe bi kêfxweşî derbas dikir. Ji ber ku av û çêre zêde dibû, derfetên xwedîkirina pez û keriyan ji bo welatiyan hêsantir dibû. Ji ber vê yekê berfa zêde li heremê weke bereket dihat binavkirin.

Bi krîza îklîmê re li Kanîreşê êdî berf kêm dibarê û havîna wê jî bi hişkesaliyê têdipere. Ev rastî bandoreke neyênî li welatiyên herêmê dike ku xwedîkirina pez û cotkarî ji bo wan zihmettir dibe. Niha jî krîza aborî ya li Tirkiyeyê, bi ser vê rewşê de hatiye.

Kesên pezên wan hene bi fikar in. Dibêjin nizanin wê çi bikin. Nîhat Ozmen yek ji wan kesan e. Ozmenî niştecihê gundê Çilbazar (Qerxebazar)a Kanîreşê ye, cotkar e û bi xwedîkirina pez re mijûl e.

“Bi rastî xwezayê berekata xwe winda kiriye”

Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye - Atölye BİA

Nîhat Ozmenî bal kişand ser sedemên bihabûna xwarina ajalan û got ku li heremê krîza îklîmê rewşa jîyana me ya rojane guhertiye: “Ev çend salên dawîyê êdî li vê erdnîgarîyê guherandina xwezayê berbiçave. Zivistanên van salan, naşibin zivistanên berê. Zivistanên berê zêdetir berf dibarî. Lê aniha gelek kêm dibare. Ji ber tinebûna berfê jî xweza diguhere. Weke mînak, ji ber kêmbûna berfê bihar û havînan av gelek kêm bûye. Ji ber kêmbûna avê jî deşt û zozanên me nayên avdan. Dema çinîna giya jî tê, giya gelek kêm e an jî tine. Ev jî dibe sedema bihabûna ka, ceh û gîhayan.”

Ozmenî behsa salon borî kir û ew sal û îsal dan ber hev: “Her sal di nava meha Tîrmehê de ew giyahên ku em diçinin gelekî kêm dibe. Ji sêyan du giya kêm bûye. Bi rastî xwezayê berekata xwe winda kiriye. Îsal ji par xiraptir bû, xuyaye ku salek din jî ji îsal xirabtir be.

“Ji ber krîza îklîmê, krîza aboriyê jî destpê kir û ev krîzan krîzên tund in û gelekî bi bandorin. Pêşeroja me wê çi bibe, ez nizanım lê li vê erdnîgarîyê êdî sal û wext gelek xerîbe. Mirov dixwazê li hemberî vê xerîbîyê nehêvîşikestî be, feqet krîza îklîmê û ya aborîyê rewşa me gelekî xirab kirîye.”

“Weke her tiştî qeyrana me jî cûda ye”

Ahmet Înce xelkê devera Kanîreşê ye, cotkar e û xwedîyê 250 pezî ye. Debara xwe bi pez dike. Qala ked û xebatên xwe kir û dema me dest bi axavtinê kir ji min re got ez pêştir dixwazim vê bibêjim: “Ked û xebatin me tên dizîn û em heqê keda xwe nagrin. Li vê heremê zêdetir pez tê xwedîkirin. Bi ked û xabatên me pez tê xwedîkirin. Em bi zehmetî û zorkêşîyên mezin re rû bi rû dimînin lê em berdêla keda xwe nagirin. Weke mînak, li deverên me, goşt bi 34 Lîrayê Tirkan dikirin û wî goştî li bajarên Rojavayê Tirkiyeyê yên wek Enqere, Stonbol, Îzmîr û Bûrsa, bi 100 Lîrayê Tirkan difiroşin. Qaşo em li welatek dijîn, weke her tiştî qeyrana me jî cûda ye, ked û xebatin me tên dizîn û em heqê keda xwe nagrin. Gava em vê neheqîyê dibînin û tînin ziman, ji me re dibêjin krîza aborî heye. Çawa yanî? Ka em li welatek din najîn, em bi hev re li vî welatî dijîn. Krîza aborî ji bo me hemûyan heye. Ev krîza li me jî bandor dike.

“Pirsgirêka duyemîn; ka, ceh û giya gelek biha bûye. Em nikarin êdî bikirin. Çend meh berê tona ceh 2000 TL bû, lê aniha bûye 5000 TL. Ka jî dîsa wisa biha bûye. Berê tona kayê 2000 TL bû, lê aniha tona kayê bûye 3000-3500 TL. Giya jî dîsa wisa baha bûye.”

Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye - Atölye BİA

Li gorî Ahmet Înceyî, sedema vê bihabûnê ne tenê bihabûna tiştan e e: “Erê, rast e, zem heye lê ez bawerim sedema vî bihabûnê ne tenê zem e. Stokçî hene. Ev stokçî ka, ceh û giya stok dikin û dibin sedema bihabûnê. Bi a min zêdetir stokçî dibin sedema bihabûnê. Bazara xwarina ajalên me zêdetir stokçî dîyar dikin. Em dixwazin ev pirsgirik bibe rojev û were çareserkirin.”

“Ji bihabûnê em nikarin dermanên pez bikirin”

Kasim Înce weke bi pismamê xwe Ahmet Înceyî re cotkarîyê dike û pezan xwedî dike. Ew jî debara xwe bi pez dike. Wî got, ji ber bihabûnê ew nikarin ji ajalên xwe re dermanan bikirin: “Ji ber bihabûnê em gelek mexdûr in. Bihabûnê bandorê li ser jîyana me a rojane çêdike. Ka, ceh û giya gelek biha bûne. Dermanên ajalên me gelek biha bûne. Ji bo nexweşîyan, ji ajalên me re derman lazim in. Dermanên cûr bi cûr hene û ji bo nexweşîyên belavker pêwiste em van dermanan bigire. Lê ji ber bihabûnê, bazara her tiştî zêde bûye û dîyar nîne ku bihabûn kengî bi dawî dibe. Ka dawîya me çi dibe, em nizanin.”

Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye - Atölye BİA

“Ajalên deverê di nav dilê xwezayê de têkoşîna jiyanê dide”

Îsal gava ku meriv li vê deverê digere, gelek ajalên bê xwedî yên wek hesp, ker û kuçik ber bi çav dikevin. Salên borî, di van mehan de ev ajal di vê deverê de di axuran de bûn û xwedîyên wan li wan dinêrîn. Lê dîyare ku îsal ji ber tinebûne giya û kayê, kes li ajalên xwe xwedî dernakeve û ajalên deverê bi awayekî di nav dilê xwezayê de têkoşîna didin.

Krîza îklîmê û ya aborîyê bandor li cotkarên Çewligê kiriye - Atölye BİA

Ji bo bazara ka, ceh, giya û goşt ez li vê heremê hemû kes heman tiştan dibêjin. Min telefonî Odeya Çandiniyê a Çewligê kir û min xwest ez îstatîstîkên bazara çandinîya li vê heremê fêr bibim. Ji Odeyê, kesên ez bi wan axivîm gotin, xebateke wan ya wisa nîne.

Her weha min li gelek malperên sazîyên wek Midûrîyeta Çandinî û Daristanan a Çewligê nerî, lê min tu xebatek îstatîstî a bi vî rengî li wir jî peyda nekir.

İstanbul Gelişim Üniversitesi Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler bölümü mezunu. Hak temelli çalışan birçok sivil toplum örgütünde örgüt yönetimi, sosyal politika, hak savunuculuğu ve insan hakları temalarında çalışmalar yürüttü. Hafıza politikaları, demokratikleşme ve barış kültürü alanlarında çalışmalarını sürdürüyor. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.