MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Penaberên Sûriyeyî: Em ji pêvajoya hilbjartinê metirsîdar in - Atölye BİA
Göç
11 Mayıs 2023
Göç
11 Mayıs 2023

Penaberên Sûriyeyî: Em ji pêvajoya hilbjartinê metirsîdar in

Okuma Süresi: 5 dk
Dîlok yek ji bajarên ser sînor e. Heta 24ê Çiriya Paşiyê ya 2022an 463 hezar û 38 penaberên Sûriyeyî dijîn. Penaberên li vir dijîn jî metirsiyên xwe tînin ziman.

*İstanbul, Fotograf: İsa Uğur Erdoğan (Arşiv) 

Mijara penaberên sûriyeyî yek ji mijarên sereke ne ku siyasetmedar di kampanyayên xwe yên hilbijartinê de bikar tînin. Penaberên ku dikarin dengên xwe bidin jî û yên mafên wan ên dengdanê nîne jî, ji ber vê rewşê metirsîdar in.

Şerê navxweyî yê ku di sala 2011an de li Sûriyeyê dest pê kir û bi mîlyonan mirov neçar man welatê xwe terk bikin. Ji 24ê Çiriya Paşiyê ya 2022an vir ve Sûriyeyî li Tirkiyeyê di bin parastina demkî de ne. Li gorî meha borî hejmara van sûriyeyiyan 44 hezar û 772 kes kêmtir bû û daket 3 milyon û 577 hezar û 714 kesî. Ji destpêka sala 2022an vir ve jî hejmara penaberên sûriyeyî 159 hezar û 655 kes kêm bûye.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî gotibû ku “Em ê sûriyeyiyan bi def û zirneyê bi paş ve bişînin” û “Vegera bi dilxwazî” ya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî daxuyanî da û got: “Ji bo vegera birayên me yên sûriyeyî ya bi dilxwazî ​​û bi rûmet çi ji destên me tê em dikin.” Her weha Serokê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag jî beşeke gelekî mezin a kampanyaya xwe li ser “Vegera sûriyeyiyan” saz kiriye.

Dîlok yek ji bajarên ser sînor e. Heta 24ê Çiriya Paşiyê ya 2022an 463 hezar û 38 penaberên Sûriyeyî dijîn. Penaberên li vir dijîn jî metirsiyên xwe tînin ziman.

“Em nizanin dê çi bibe”

Penaber Nûr Xalit (28) ku nêzî 12 sal berê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hat Dîlokê, xwendekara zanîngehê ye û di heman demê de li hin komele û rêxistinên alîkariyê wek wergêra erebî-tirkî dixebite. Xalîtê fikarên xwe yên derbarê hilbijartinê de bi van gotinan anî ziman: “Fikarên min ên hilbijartinê hene, wê çi bibe? Gelo helwesta Tirkiyê li hember hebûna Sûriyê li Tirkiyê dê biguhere? Ev jî ji ber daxuyaniya opozîsyonê ya şandina Sûriyan û di heman demê de behsa vegerandina peywendiyan bi rêjîma Beşar Esad re dike.

“Em nizanin dê çi bibe, lê ji bo me girîng e ku sûriyeyiyan paşve neşînin. Ji ber ku her hevdîtin û pêwendiyek bi Beşar Esadî re, destpêka axaftinê ye li ser vegera penaberan. Ez wek muxalîf ji rejîma Esed ditirsim. Hêviyên min nînin. Ez dixwazim Tirkiye aram bibe û aborî pêş bikeve.”

“Partiyek tenê li ser me kampanyayê dimeşîne”

Penaber û aktîvîstê sûriyeyî N. Muhammedê nêzî 7 sal in li Tirkiyeyê dijî bal kişand li ser kampanyayên hilbijartinê yên li dijî penaberên sûriyeyî tên kirin:

“Mixabin dema hilbijartin nêzîk dibin, her tim penaber dibin hedef. Gotinên nezelal ên weke ‘em ê wan paşve bişînin, em ê wan paşve neşînin’ her tim li ser penaberan tên kirin. Me di hilbijartinên berê de jî ev yek dît. Me dît ku gelek kampanyayên hilbijartinê li ser penaberan hatine kirin û heta partiyên ku tenê bi rêya me bala xwe didin hilbijartinan. Ev pir xemgîn û xerîb e. Zehmet e meriv têbigihîje ku partiyek tenê li ser me kampanyaya hilbijartinê dimeşîne. Ji ber, jixwe li welêt gelek pirsgirêk hene ku divê li ser bêne sekinandin û divê werin çareser kirin. Lê belê siyasetmedar weke ku pirsgirêka Tirkiyeyê tenê penaber in tevdigerin.”

“Em herî zêde behsa hilbijartinê dikin”

Aktîvîst N. Muhammed diyar kir ku ji ber propagandaya hilbijartinê ya li ser wan tê kirin ew gelekî xemgîn bû û penaberên ne polîtîk jî dest bi li ser van mijaran û hilbijartinê diaxivin: “Niha mijara ku em di nava xwe de herî zêde behsa wê dikin hilbijartin e. Berî hilbijartinê wê çi bibe, piştî wê çi bibe? Em behsa van tiştan dikin. Em di nav xwe de bi kelecan diaxivin. Yên ku li ser rêya derketina ji Tirkiyeyê difikirin jî hene, lê yên di bin sernavê ‘parastina demkî’ de ne tenê bi şertê ku careke din nekarin derbasî Tirkiyeyê bibin, dikarin derkevin. Kes nikare wê rîskê bigire. Welatekî ku em bicine lê, tune ye. Em penaber bi giştî nîgeran in ji ber ku ji ber hilbijartinan nezelaliyek heye.”

“Hevdîtina Erdogan û Esad nikare ji bo me bibe çareserî”

Muhammedî destnîşan kir ku hewldanên Serokomar Erdoganî ên vê dawiyê yên ji bo başkirina peywendiyên bi Sûriyeyê re û gotinên wî yên “Dibe ku bi Esad re hevdîtinek çêbibe, di siyasetê de kîndarî nabe. Di dawiyê de em ê gavên xwe bavêjin”, wan bêhtir dilgiran kiriye:

“Hevdîtina Erdogan û Esad ti carî nikare ji bo me bibe çareserî. Em jî ji vê mijarê nerehet in. Ji ber ku hema bêje hemû penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyê li dijî Esad in. Bi sed hezaran penaberên wek min ji ber Esad welatê xwe terikandin. Hevdîtina wan ewlehiya me dixe xeterê. Ger biryara şandina me bê girtin, jiyana me dikeve metirsiyê. Ji ber ku em li Sûriyeyê jî çalakvanên mafên mirovan bûn. Ji ber vê yekê me rîska girtinê û her wiha şer û reviyan. Em di hawîrdora xwe de behsa axaftinên nefretê yên ku bi berdewamî li dijî me tên kirin, hedefgirtina me ya di kampanyayên hilbijartinê de û fikarên xwe yên derbarê biryarên ku dê ji hevdîtina Erdogan û Esed derkevin, dikin. Ji ber van sedeman êdî em nafikirin ku Tirkiye ji bo me ewle ye.”

“Ji ber ku hemwelatîbûnê dide, dê dengê xwe bidin AKPyê”

N. Muhammed diyar kir ku ew êdî deng nadin. Ji ber ku hem hikûmet û hem jî mixalefet ji bo penaberan paşde vegerînin, kampanya hilbijartinê dimeşînin û di hilbijartinên berê de tevî ku mafê wî yê dengdanê hebû jî deng neda. Lê wî got ku welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê yên hindik be jî dikarin dengên xwe bidin, wê dengên xwe bidin AKPyê. Bi gotina Muhammedî, serema vê jî, ji ber ku Erdoganî ew qebûl kirine nav welêt û welatîbûnê da wan.

“Me ji kêfa xwe welatê xwe terk nekir”

Penaberê Sûriyeyî F. Abdullahê 47 salî ku deh sal in li Tirkiyeyê ye, di karûbarên çêkirina xwarinê de dixebite. Abdullahî got, “Em ji hilbijartinan ditirsin. Kampanyayên hilbijartinê her tim li ser Sûriyeyiyan pêk tên. Me ji bo kêfa xwe mala xwe, welatê xwe terk nekir. Em ji şer reviyan. Ger em biçin Sûriyeyê, em ê dîsa di nava şer de bin. Mana me ya li Tirkiyeyê ne di destê me de ye. Kî bê serê Tirkiyeyê, ez hêvî dikim ku me nexe nava şer. Em hêvî dikin ku ew me fêm bikin. Ez bi 4 zarokên xwe re biçim ku derê?

“Ez jî nizanim dengê xwe bidim kê”

Eyşe Mihemed ku ev 11 sal in li çend bajarên cuda yên Tirkiyê dijî, ew jî penabereke sûriyeyî ye û karê wergêriyê dike. Mihemedê derbarê hilbijartinê de wiha got: “Hêvî dikim me neşînin. Tenê duaya me ew e ku me neşînin. Ji ber ku cihê me tune ku em biçin. Şerê li Sûriyeyê dewam dike. Li wir tiştek bi navê jiyan û paşerojê nîne. Ez nizanim dengê xwe bidim kê. Her kes behsa şandina me dike.”

“Ji Tayyîp re dibêjin ‘bav’ ”

Penaberekî din ê ku nexwest navê xwe eşkere bike û li Tirkiyeyê jiyana xwe ya perwerdehiyê didomîne, got: “Ez dengê xwe nadim. Ji ber ku kî were, encam yek e. Dema tiştekî nabînin ku li ser biaxivin, suriyeyiyan tînin ziman. Li vî welatî tiştek nayê guhertin. Tayyîp li Edeneyê bû û gelek penaberên Sûriyeyî yên li Dîlokê yan çûn yan jî ew birin. Ji wî re dibêjin ‘bavo’. Bi taybetî Tirkmen. Sûriyeyî bi giştî dê dengê xwe bidin AKPyê. Hêvî dikim ev hilbijartin ji bo gelên Tirkiyeyê demokrasiyê bîne. Aborî di rewşeke pir xerab de ye. Hêvîdarim ku aborî baştir bibe.”

Gaziantep Üniversitesi İletişim Fakültesi Gazetecilik Bölümü mezunu. Serbest gazeteci olarak çeşitli televizyon, gazete ve haber sitelerine fotoğraflı, yazılı ve görüntülü içerik üretiyor.