MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane - Atölye BİA
Çocuk
3 Mayıs 2021
Çocuk
3 Mayıs 2021

Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane

Okuma Süresi: 2 dk
Bi sedan penaberên ji Pakistan û Efxanistanê hatîn mecbûr mane li termînala otobûsan ya Amedê bijîn.

Fotoğraflar: Murat Bayram

Evdilbasid zarokekê sê salî ye. Ew penaberekê ji Efxanistanê ye û li bin dareka di bexçeyê termînala otobûsan ya Amedê de dijî.

Ji ber ku di şevan de dinê sar e dêya Evdilbasidî du çakêt kirine ber wî. Dema wê zanî ez dixwazim wêneyên Evdilbasidî bigirim wê çakêtekê jê re mezin ê kesk ji ber kir. Çakêtê zarokî yê nexşên Efxanîyan li ser diyar bû.  Ew 15 roj in di rêyan de ne, westiyayî dixweyîn.

Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane - Atölye BİA

*Evdilbasid û du apên xwe

Her roj bi dehan penaber ji sînorê Îran û Tirkiyeyê diborin. Ji bajarê Wanê heta Amedê dimeşin. Ji wê derê pê ve bi otobûsan li bajaran belav dibin. Ji ber ku derketina derve ji bo 17 rojan qedexe ye, penaber li termînala otobûsan asê mane û li wê derê dijîn.

Evdilbasid, birayê xwe, dêya xwe û du mamên xwe dê biçin Enqereyê. Bavê wî ji beriya wan çûye Enqereyê. Li gundekê wî bajarî dest bi cotkarîyê kiriye. Ji malbata xwe re jî gotiye werin.

Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane - Atölye BİA

Lê her ji destpêkê ve bextê malbatê reş bûye. Hêj ew negihayîn sînorî tirimbêla ew tê de qeza kiriye û tirimbêl qulipîye.

Xwîna ji ranê Nasir Kayyûmî(mamê Evdilbasidî) hatî bi pantorê wî ve maye. Rûyê wî birîndar e. Ew dibêje pişta wî jî diêşe.

Ya rewşa wê herî xerab dêya Evdilbasidî bûye. Di qezayê de gehika pêyê wê ji cihê xwe çûye. Hatiye cebirandin û paçikek lê hatiye alandin, bi wê êşê ve ew mecbûr maye sê roj û şevan ji Wanê bimeşe Amedê.

Nasir dibêje heger hin tirimbêlan di beşeka rêyê de ew siwar nekiriyan wan dê nekariya bigihin Amedê.

Dewlet çavên xwe li penaberan digire. Lê dema dewlet hebûna wan qebûl nake ji barê alîkarîyê jî xwe xelas dike.

Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane - Atölye BİA

Hin xêrxwazan cilik û xwarin ji penaberan re aniye. Firavîna malbata Evdilbasidî ya ji pênç kesan pêk tê, hin çerez û pakêteka biskûvîyan û aveka fêkîyan e.

Me pirsa çîroka hatina Amedê ji penaberekê bi navê Ensar Îbrahîmî kir.

Wî gelek kurt bersivand: “Em cemidîn. Em birsî bûn. Em tirsan. Em westiyan!”

Tîrmeha 2020ê keştîyeka ya kêm 100 penaber tê de binav bûbû û herî kêm 11 kes miribûn. Wezîrê Karên Navxweyî, Suleyman Soyluyî daxuyandibû ku 60 penaber di keştiyê de hebû.

Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane - Atölye BİA

7ê Tîrmehê dema ez gihayîm Wanê du term dî jî hatibûn derêxistin lê di daxuyanîyên fermî de jimara miriyan nehatibû guhertin.

Digel malbata Evdilbasidî bi dehan malbat li termînala otobûsan bêçare ne.

2016-2020 yıllarında bianet Kurdî editörü olarak çalıştı. Serbest gazeteci olarak; Diyarbakır’da Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV ve the New York Times için çalıştı. Kürt medyasında beş yıl Kurd1 TV, Evro Gazetesi, Waar TV ve Kurdistan24 televizyonunda haber editörü, köşe yazarı ve muhabir olarak çalıştı. Oxford Üniversitesi, Reuters Gazetecilik Çalışmaları Enstitüsü uluslarası gazetecilik yarışmasını kazanarak “fellowship” programı katılımcısı (2019) oldu. Program kapsamında Oxford Üniversitesi’nde yaz dönemi “dijital gazetecilik” eğitimi aldı. Belkî îşev binive(Belki bu gece uyur, Avesta Yayınları) öykü kitabının yazarı. Los Angeles, California Üniversitesi(UCLA)-KAES tarafından “en yaratıcı ve orjinal yazan genç yazar” (2012) Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti tarafından Kürtçe haber ve program dalında “yılın gazetecisi”(2014) ödüllerine layık görüldü.