MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Mexdûrên erdhejê: “Felaketê tercîhên me guhert” - Atölye BİA
Doğal Afet
20 Nisan 2023
Doğal Afet
20 Nisan 2023

Mexdûrên erdhejê: “Felaketê tercîhên me guhert”

Okuma Süresi: 2 dk
Mexdûrên erdhejê helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên 2023yan ji bianet kurdiyê re aşkere kirin. Yek ji mexdûran Kevser A.yê got ku, "Ew ê encama vê yekê di hilbijartinan de bibînin."

Celal Şahînê ku xelkê Rihayê ye mexdûrê erdhejên 6ê Sibatê û yê lehiyê ye. Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê, bi gotina Şahînî “Rihaya AKPyî, ji AKPê sar bûye.” Şahînî diyar kir ku ew jî sar bûye.

Erdhejên 6ê Sibatê û lehiya piştî wê, bandoreke neyênî li çendîn bajaran kiribû; Hatay, Semsûr, Mereş, Riha û Meletî. Gelek mexdûrên erdhejê hîna di konan de ne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Rewşa mexdûran û helwesta wan a ji bo hilbijartinan tê meraqkirin.

“Bila edalet pêk bê”

Celal Şahîn ji Rihayê ye. Di dema erdhejên 6ê Sibatê de û lahiya piştî wê, bandoreke neyênî li jiyana Şahînî kiriye. Şahînî li ser pirsa bendewariyên xwe yên ji hilbijartinê jî wiha got: Bi krîza aborî ya salên dawî re gelê Rihayê çavên xwe vekirin, lê bêbiryar man. Rihaya ku AKP ye, bi vê erdhej û lehiyê re, ji AKPyê sar bûye. Ez jî sar bûm. Ez teqez deng nadim. Ez bi kê re biaxivim dibêje qey ji hikûmetê bêzar bûne. Gelê Rihayê Partiya Refahê weke alternatîfa AKPyê dihesiband. Lê ji ber ev partî hevkarê AKPyê re hevkar e nafikire dengên xwe bide wê. Heval û xizmên min ên ji kar, ji taxan jî mîna min difikirin. Di vê hilbijartinê de erdhej û lehiyê, krîza aborî, bandor li hilbijartina Rihayê kir. Ev rojeva me ye. Kî tê bila bê, hêviyên me yên sereke ew e ku edalet pêk were û aboriyê pêş bikeve. Eger li şûna Kemal Kiliçdaroglûyî, Ekrem Îmamoglû yan jî Mansûr Yavaş biba namzed, teqez meye bawer bikira ku hikûmet dê biguhere.”

“Ew ê encama vê yekê di hilbijartinan de bibînin”

Kevser A. li Meletiyê dijî û mexdûra erdhejê ye. Wê got ew herî zêde li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê yê AKPyî Selahattîn Gurkan in: “Heta niha me dengên xwe didan AKPyê. Vê erdhejê em bi tenê hiştin. Nikarîbûn vê felaketê birêve bibin. Di nîvê zivistanê de gel bê kon man. Wî kon difirotin xêrxwazan. Ev ne bes bû, kesên ku bi rojan di bin xirbeyan de mabûn li benda alîkariyê bûn, lê ji bilî dildaran tu kesên rayedar tune bûn. Helbet vê erdhejê bandor li hilbijartina gelê Meletiyê jî kir. Jixwe ji ber wan, krîza aborî heye. Di erdhejê de gelê xwe neparast. Ew ê encama vê yekê di hilbijartinan de bibînin.”

“Ez her serdemê piştgirî didim partiyeke din”

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide ji parêzgeha Semsurê jî wiha got: “Ez bawer nakim ku erdhej di hilbijartinan de bandorê li şaredariyan bike. Bi dîtina min dibe ku di hilbijartinên bê yên şaredariyan de guhertin çêbibin, ne di vê hilbijartinê de. Me dît ku saziyên bêkalîte jî zirarê didin xwe. Li gorî dîtina min pirsgirêkên ji ber erdhejê derketine, ji holê tên rakirin. Li gorî min divê şaredar, kîjan partî be bila bibe, ji yek serdemê zêdetir neyê hilbijartin. Ez ê her serdemê piştgirî bidim partiyek din.”

Gaziantep Üniversitesi İletişim Fakültesi Gazetecilik Bölümü mezunu. Serbest gazeteci olarak çeşitli televizyon, gazete ve haber sitelerine fotoğraflı, yazılı ve görüntülü içerik üretiyor.