MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Çîrokbêjekî serdema hemdem: Ayhan Erkmen - Atölye BİA
Yaşam
30 Aralık 2021
Yaşam
30 Aralık 2021

Çîrokbêjekî serdema hemdem: Ayhan Erkmen

Okuma Süresi: 9 dk
Ayhan Erkmen him çîrokan berhev dike û him jî çîrokbêjiyê dike. Erkmen dibêje, "Çîrokbêjî di alîkî de jî deynekî stûyên min bû. Ji ber ku min di zarokatîya xwe de çîrokbêj û dengbêj guhdar kiribûn û wana dilê min meyandibûn."

Sîyasetmedar û parêzerê kevn; çîrokbêj û nivîskarê demê, Ayhan Erkmen. Wî dest û lingên xwe ji her tiştî kişand û da pey çîrokan. Ew dibêjê ev kar, deynek bû li stuyê min barkirî û îro tûrikê min tim tijî çîrok in.

Walter Benjaminî di sala 1936an de ji ber şert û mercên wê demê, rewşa cîhan û mirovahiyê gotibû, “Edî tu hikmê çîrokbêjan di jiyana me de tune ye.”

Di nava civaka kurdan de berovajî vê gotina Benjamînî rewşek heye. Dengbêjî û çîrokbêjî ji bo civaka kurdan ne ew tişt in ku di nava rûpelên dîrokê de mabin. Çîrokbêjî û dengbêjî, li nava civaka kurdan her tim zindî ye; xwediyê dîrok û kevneşopîyeke dewlemend e.

Demên berê di gund û navçeyan de di odeyên malên piçûk de û di li ber lambeyên gazan de çîrok dihatin gotin û dengbêjan kilam distran. Kurd dîroka xwe ji dengbêjan û çîrokbêjan hîn dibûn. Îro ev form guheriye û bi pêşketina teknolojîyê bi awayekî din di jiyana me de ye. Li ser platformên wek YouTube-ê, em îro dikarin çîrokên cûr bi cûr fêr bibin û em dikarin ji her herêmê li dengbêjan guhdar bikin.

Ayhan Erkmen jî îro li gor rengên jiyanê tûrikê xwe tijî çîrok kiriye. Ew li erdnîgarîya Kurdîstanê û Tirkiyeyê, herem bi herem digere û tûrikên xwe vedike û van çîrokan bi mirovan re parve dike. Caran bernameyên wî li ser înternetê car caran jî di bernameyan de van çîrokan belav dike.

Em bi Çîrokbêj Ayhan Erkmen re li ser çîrokbêjiya di demên modern de axivîn.

“Çîrokbêjî deynek bû li stuyê min barkirî”

Ez wisa dizanim ku te dest ji karê xwe yê parêzerîyê û sîyasetmedarîyê berda ye û te dest bi berhevkirin û çîrokbêjîyê kiriye. Bingeha vê motivasyona te çi ye û te çima dest bi vî karî kir?

Bi rastî çîrok ji zarokatiya min û vir de tim di jîyana min de hebû. Lê evqas bi pergal li dû çirokan diketim û min çîrok digotin? Na. Ez hatim girtin û ji sîyasetê jî ji parêzerîyê jî hatim qedexe kirin. Xêra vêya ji bo min çi bû? Xêra wê jî ji bo min ew bû ku ez li ser çîrokan tîr bibim. Wexte ku li gorî dem û dewran û amir meriv dikare bêje wexteke dirêj mam di zindanê de. 7 salan mam di zindanê de. Di wan 7 salan da jî ez li ser çîrokan û çîrokbêjîyê xebitîm. Min di hindir de jî gorî derfetan çîrok berhev kirin. Bi derketinê jî min dixwest vana çap bikim. Lê min dît ku li ser tevna civakê û hin derfetên vê sedsalê, hin derfetên cûda didin pêşîya mirov. Hin derîyên cûda vedikin. Ji vana yek jî YouTube bû. Min jî xwest ez li ser wir, çîrokên xwe parve bikim. Ev çîrokbêjî di alîkî de jî deynekî stûyên min bû. Ji ber ku min di zarokatîya xwe de çîrokbêj û dengbêj guhdar kiribûn û wana dilê min meyandibûn û dewlemendîyeke mezin dabûn hişmendîya min û hewce bû min jî ew bi bîr bianîyaba û di rîya wan de bimeşîyama. Rehma Xwedê hemûyan be.

“Gelek ciwan hene jî li ser çîrokbêjîyê dixebitin û li ser çîrokan dixebitin”

Çîrokbêjekî serdema hemdem: Ayhan Erkmen - Atölye BİA

*Malbata Zerîfe û Alî Şêr

Çirokbêjî mîrateyeke mezin ya çandî ye û rengek cûda ye. Erdnîgarî ye, kevneşopî ye, dîrok e û dewlemendî ye. Li gor tecbureyên te li Kurdîstanê têkilîyên nivşên nû bi çîrokbêjîyê re hene an na?  Yan kal û pîr tenê balê didin çîrokbêjiyê?

Eleqeya ciwanan û nifşên nû ji çîrokbêjîyê re kêm nîne. Lê hûn bêjin zêde ye? Na, ez wê jî nabêjim. Lê kêm nîne. Kesên ku emrê wana navê serî bêhtir eleqedar in. Ango yên ne kal yan jî ne ciwan. Ji ber ku kal zêde nikarin van amûrên teknîkî bi kar bînin. Lê şevên çîrokbêjîyê em li dar dixin. Ji van eleqeyên mezin nîşan didin. Têne me guhdar dikin, temaşe dikin. Di dawîyê de pirtûka xwe digirin û bawer bikin bi me re jî wêneya dikişînin. Tenê guhdar nakin û naçin. Pirtûkê jî digirin û wêneyan jî dikişînin. Heta gelek ciwan hene jî li ser çîrokbêjîyê dixebitin û li ser çîrokan dixebitin û dem dem danûstandinên me jî çêdibe. Van dezgêhên di zanîngeha de tezên xwe li ser çîrokbêjîyê ava dikin û wê lêkolînîyê dikin. Hin ciwan jî heta Xorasana Îranê hin çevkanîyan ji min re dişînin, pêşnîyara dikin. Ango em bêjin behsa kesekî dikin, dîrokekê dikin an jî wêneyekî dişînin di derbara tiştekî de û pêşnîyar dikin ku ez di derbarê wan de jî çîrokan çêbikim. Ji bo wê ez dikarim bêjim ciwanên li Rusyayê dijîn, yên ji Rusyayê koçberbûne çûyin Avrûpayê an jî ji Bakur koçber bûne çûne Avrûpayê. Ciwanên me yên Rojhilat, yên Başûr gelek pêşnîyaran dikin, gelek danûstandinên me hene ji bo çîrokan.

Alîkarîya min dikin. Ez keda vana gerekî bişêkirînim. Eleqeyek heye lê ez bawerim hê jî mezintir bibe.

“Ez dîrok û çîrokê li nav hev dixim”

Te di hinek hevpeyvînên xwe de gotiye, li welatên Ewropayê çirokbêjî weke rêbazeke ji bo derûnîyê tê bikaranîn û gel bi çîrokan terapî dibe. Çîrokên Kurdan bêhtir travmatîk in û bi êş û elem in. Bi ya te ev rêbaza ji bo Kurdîstanê jî guncav e an an?

Çîrokên ku ez parve dikim û çîrokên Ewropayê parîkî ji hevdû cûda ne. Çîrokên ez parve dikim, bêhtir vî sed sala dawîn, du sed sala dawîn bûyerên hatiye jiyandin, serpêhatiyên hatiye jiyandin e. Ango ez çîrok û dîrokê navhev dixim û dixwazim hişmendîyekê jî ava bikim. Dixwazim bi qasî ku bikaribim, dîrokê jî hînê kesên ku min temaşe dikin û dişopînin, bikim. Ango ji wan çîrokên gelerî bêtir yê min serpêhatî û du sed sala dawîne. Helbet çîrokên gelerî jî ez parve dikim. Di çîrokên min de qehremanî jî heye, xemgînî jî heye û eşq jî heye. Dibe ku xemgînî parîkî mezin be, cîyekî mezin digire. Lê xemgînî perçeyek jîyana me ye û dersên mezin jî didin me. Hewce ye em vêya zanibin. Yanê ji ber îxanetê êş û jan tê kişandin, dersekê didin me. Ji ber ku evîndar ji ber tehdeyê ji ber zordestîyê negihêjin hevdû û encam ku bi jan be, ev dersekê didin me ku em careke din şaşîyan nekin. Helbet çîrokên min yên şad û bextewar jî hene. Ez şevên çîrokan da behsa wan jî dikim. Lê rast e, êş zêde pêş in. Lê em kurd, civakeke pir êş û jan kişandîye, ne wisa? Civaka me kurda civakeke jankêşe. Ev bindestîya me, ev newekhevîya me hemû jan û êş nîne? Jan û êş e. Lê rehet dikarim bejim di her çîrokên min de tiştekî perwerde û tiştekî mirov jê ders derxe hene. Tu carî ji bo çîrokan bibêjim çîrokan nabêjim ez.

“Ev danûstandineke înteraktîf e”

Çîrokbêjekî serdema hemdem: Ayhan Erkmen - Atölye BİA

*Malbata Kasim Demiralpî. Hevjîna wî Işik Demiralp û kurê wî Yûsûf Demiralp

Çîrokbêjên berê bi rojan dimeşiyan û ji derekê diçûn heta derekê. Ev ê hest û fikreke cida çêdikir. Lê îro di roja me de tu wek çîrokbêjekî nûjen her roj li derekê yî. Em dibînin tu rojekê li Serhedê yî rojekê li Stenbolê, rojekê li Amedê, rojeke din li Îzmîrê. Guhertina rengê jiyan û şert û mercan bandoreke çawa li çîrokbêjiyê dike?

Li gorî demên berê karên me bêhtir hêsan e. Ji ber ku ji bo li du çîrokekî bikeve belkî bi roja rê diçû. Lê em niha li ereba xwe sar dibin, li balafirê sar dibe, di danê de xwe digihîne cîhên bûyer hetîye jiyandin. An jî ew kesên di derbarê çîrokan de tiştekî zane di heman danê de dikare xwe bigîhîne wê çevkanîyê û gûhdar bike. Ev derfeteke pir mezine. Wek gotina we jî, ez gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar digerim, berhev dikim. Dîsa gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar digerim, ew tiştên min berhev kirine û di tûrikê min de ye, parve dikim. Ev danûstandineke înteraktîfe jî. Di heman demê de ez ku çîrokan dibêjim û yên guhdar dikin bi çîrokan şûn de li min vedigerin. Ji ber wê yekê turikên min tim tijî ne. Bawer bike li ser masa min niha bi sedan çîrokên ku ez li ser bixebitim amade ne. Me qasî sed vîdeo çîrok çêkirîne. Lê bi sedan çîrok dîsa li ser masa min in. Hin kesan nivîskî şandine, hin kesan deng şandine, hin kesan di derbarê wê çîrokê de wêne şandine, qeyd şandine. Derfetên vê sedsalê, derfetên mezin didin destên merivan ku mirov bikaribe xwe bigihîne her derê û her tiştî. Afirandinên xwe bêhtir dewlement bike.

Dema tu li van bajaran digerî li gorî nêrîna te Kurdên ku li bajarên Tirkan dijîn eleqeya wan ya bi dengbêjî û çîrokbêjiyê re di çi astê de ye? Ger wan û kurdên li Kurdîstanê dijîn bidin ber hev, çi cûdahî di navberê de heye, tu çawa dinirxînî?

Ya ku min dît ew kurdên ku li derveyî welat dijîn, ên di metropolên Tirkiyeyê de dijîn, ên li Avrupayê dijîn, ên li Rusyayê dijîn, eleqeya wan a çîrokbêjan ji eleqeya civaka me ya ku li ser erdnîgarîya welat dijîn, bêhtir zêdeye. Ez vana dema ew şevên em lidardixîn de jî dibînim. Ew bajarên li welat, navçeyên li welat dema em şevekî li dardixînin û vedigerin rojavayê Tirkiyeyê şeveke li dar dixin, ez dibînim eleqeya civaka li Tirkiyeyê dijî, bêhtir zêde ye. Taybet jî ciwan ez bêjim. Ciwan gelek eleqeyek baş nîşan didin. Ji xwe di kurda da civakeke nexwendî nema. Lê mîna ku şeva me ya Stenbolê ya herî dawî Komeleya Endezyaran koma wan a azad ji xwe re dibêjin “Özgürlükçü Mimarlar Mühendisler ve Şehir Planlayıcıları Platformu,” vê platformê ew şeva me li darxistibû. Li Kadikoyê di Navenda Çandê ya Bariş Manço de bû. Baş derbas bû, eleqeyek baş bû. Dîsa niha di şanzdehê Çileyê de em ê şeveke dîsa li dar bixin. Şeveke çîrok û stranan ya çîrokbêj û dengbêjan. Em ê bi dengbêj Sahro re… Bi qasî 10 sala şûn de cara ewil tevî vê bernamê dibe. Em tev li ser dîkê bin û pêş gelê xwe bin. Saloneke hefsed kesî de em ê vê şeva xwe lidar bixin. Bi piştgirîya Komeleyên navçeya Dîgor a Qersê. Ew piştgirîyê didin me. Wana amade kiriye. Salon ya Şaredarîya Daricayê ye û saloneke hefsed kesî ye.

“Tu çawa bi kar bînî wê bi wî awayî teşe bide derûniya te û hişmendîya te”

Çîrokbêjekî serdema hemdem: Ayhan Erkmen - Atölye BİA

*Ayhan Erkmen

Teknolojiya dijîtal êdî rengekî esasî yê jiyanê ye. Siberoj li ser vê teknolojiyê tê avakirin. Ev bi xwe re hiş û raman, rengê jiyanê û bîrê jî diguhere. Gelek tiştên hê divê bên berhevkirin hene, di nava kurdan de. Kal û pîr dema diçin bi xwe re bîrê jî dibin. Di rewşeke wiha de tu siberoja çîrokbêjiya kurdî/kurdan çawa dibînî? Gelo dibe ku bi vê pêşketina teknolojiyê re têk biçe yan kurd dikarin vê teknolojiyê ji bo berhevkirinê weke fersend bikar bînin?

Ez teknolojîya roja îro yîn û derfetên roja îro yîn, ji bo çand, hûner û parvekirinê pir derfetekî mezin dibînim, derfeteke dewlemend dibînim. Weke mînak, ev şert û mercên meriv deng qeyd bike, dîmen qeyd bike, ji bo berhevkarîyê dayîneke pir mezine. Dîsa di dema pêşkeşkirina wê de. Mînak em vîdeoyek çîrokan amade dikin. Berê çîrok dema merivan digot. mirovan perve dikir, mirov dikarîbû wêne nîşan bida? Na, ji ber ku tunebû. Em wêne nîşan didin, ew cîhên bûyer hatine jiyandin, wê derê nîşan didin, li binî muzîkan davêjin. Ev van derfetan didin me. Dîsa em bêjin dikare li ser platforma parve bikin. Yanê di mala xwe de rûdine, videoyeke çîrokan parve dike û mêze dikin bi hezaran tê temaşe kirin. Ê xwe digihînî civakê. Ê armanca me jî xwe gîhandin nîne? Ji ber wê weke mînak, car caran li Rûsyayê di derbarê çîrokekê de, serpêhatîyekê de ji min re dişînin. Bi saya vê teknîkê ye, bi saya vî teknojîyê ye, bi saya vê sedsalê ye. Ez vê sedsalê, sedsaleke yên tiştên heyîn, dewlemendîya heyî, çanda heyî, derûniya heyî yê xirav bike, ez di wî bawerîyê de nînim. Tu çawa bi kar bînî, wê bi wî awayî teşe bide derûniya te û hişmendîya te. Em kurd jî hewceye, wek gotina we, nifşên me yê serpêhatîyê, nifşên me yên dîrokîyê, nifşên me yên mesela zane, ên herî dawî êdî çend salê wanê dawî mane, hewce ye em hemû bîra wana qeyd bikin û dîyarî bîra civaka xwe bikin.

Ez herî dawî spas dikim ku we ev derfeta da min û min jî xwe anî ziman.

Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler bölümü mezunu. Hak temelli çalışan birçok sivil toplum örgütünde örgüt yönetimi, sosyal politika, hak savunuculuğu ve insan hakları temalarında çalışmalar yürüttü. Kasım – Aralık 2021 dönemi bianet Kurdî stajyeri. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.