Yasîn Dûmanî got AKP penaberên sûriyeyî weke “mêvan” qebûl dike û di vê têkiliyê de xudanê malê her tim serdest in, dikarin her kêliyê vê “mêvantiyê” bi dawî bikin.
Spectrum House-ê demek berê rapora xwe ya polîtîkayê ya derbarê penaxwazên sûriyeyî ku piştî şerê navxweyî yê sala 2011ê de koçî Tirkiyeyê kirine bi navê “Nivîsandina çîrokeke ku dawiya wê nayê: Pêşniyazên polîtîkayê ji bo penahendeyên sûriyeyî û civaka herêmî” weşandiye.
Li gorî amarên fermî, piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, hejmara penaxwazên sûriyeyî yên ku di Nîsana 2011ê de hatin Tirkiyeyê û di 2013ê de bi Qanûna Parastinê ya Biyaniyan a Navneteweyî, bi statûya “parastina demborî” hatin qeydkirin, di Adara 2022yê de ji 3,7 milyonan zêdetir bûye.
Yek ji encamên vê raporê ew e ku Hikûmeta AKPê, rewşa penaxwazan û tevgera mirovî ya ji Sûriyeyê, geh li hindur geh jî li derve ji bo pêkanîna armanca xwe ya siyasî û ji bo operasyonên xwe yên leşkerî yên berfireh ên di salên 2016, 2018 û 2019an de li dijî HSDê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa bike îstismar kir.
Spectrum House-ê di vê raporê de xwestiye ku bingehên cudakariyan û mekanîzmaya dijminahiya li hemberî penaberan fehm bikin û li dijî vê mekanîzmaya ku gefan li jiyan û aştiya penaxwazan dixwin, polîtîkayeke nû bide nîqaşkirin. Ji bo wê jî di vê raporê de Spectrum House-ê polîtîka, helwest û nêzikatiya partiyên siyasî yên di Meclisa Tirkiyeyê de koma wan heye nirxandiye, pirsgirêkên wan şopandiye. Li dor vê yekê hem li gorî faktora rewşa penaxwazan hem jî ya welatiyan ji bo hikûmet, rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, hin pêşniyazên polîtîk pêşkêş kirine.
Em bi amadekarê raporê akademîsyen Yasîn Dûmanî re li ser rewşa penaxwazên Sûriyeyê axivîn. Yasîn Dûmanî doktoraya xwe ya li Navenda Pêbawerî, Aştî û Têkiliyên Civakî ya Zanîngeha Coventry ya Ingilistanê, li ser peywendiyên di navbera koman de û entegrasyonê li gor rewşa penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê qedandiye.
Dûmanî diyar kir ku AKP penaberên sûriyeyî weke “mêvan” qebûl dike û di vê têkiliyê de xudanê malê her tim serdest in, dikarin her kêliyê vê “mêvantiyê” bi dawî bikin. Dûmanî bal kişand ser polîtîkayên nîjadperest ên li dijî penaberan û got: “Mixabin nefret û dijminahiyeke nijadperest li dijî penahendeyên ji Sûriyeyê û welatên din heye û her roj zêdetir dibe.”
“AKP bi tenê ji bo Sûriyeyiyan dibêje mêvan”
Beriya her tiştî ji bo zelalkirina meseleyê tu dikarî ji me re behsa gotinên “penaxwaz”, “koçber”, “penaber”, “mêvan” bikî? Li Tirkiyeyê ev gotinan ji aliyê qanûnî ve çawa tên bikar anîn?
Ez di destpêkê de bibêjim ku tu cihê peyva “mêvan” di konteksta hiqûqî de nîn e. Ne di hiqûqa li Tirkiyeyê ne jî ya navnetewî. Ev gotin, gotineke çandî ye ku hikûmeta AKPê vê bi motîvasyonên olî jî girê dide û li gel “mihacir û ensar” jî bi kar tîne. Bi gotineke din, AKP dibêje penahendeyên ji Sûriyeyê hatine mihacir in, ango mêvan in û welatiyên Tirkiyeyê jî ensar in ango xudanên malê ne. Bala xwe bidinê ku AKP heta niha tenê ji bo penahendeyên ji Sûriyeyê hatine peyva “mêvan” bi kar tîne lê ji bo yên ji Afganistan, Pakistan, Somalî, Iraq û Îranê hatine vê gotinê bi kar nayne. Ev jî girêdayî motîvasyonên hikûmetê yên ji bo Sûriyeyê ne. Hinek siyasetmedarên muxalefetê û beşek gel jî vê gotina “mêvan” bi kar tînin. Lê “mêvan” ne gotineke di cih de ye û rê li ber têkiliyeke hiyerarşîk vedike û vê têkiliyê di jiyana rojanê de her roj ji nû ve diafirîne û xurttir dike. Xudanên malê serdest in û dikarin her kêliyê vê “mêvantiyê” bi dawî bikin û “mêvanên xwe” derxînin. Li beramberê vê, penahende bindest in û divê her gotin û daxwaza xudanên malê qebûl bikin. Nikarin daxwaza heqê xwe yên rewa bikin an jî li dijî gotinên wan dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê, penahende di qadeke çandî û olî de tên sînordarkirin.
“Penahende” û “penaxwaz” (tirkî ‘sığınmacı’, ingilizî ‘asylum seeker’) tê heman wateyê û ji bo kesên ku ji ber tirs û rîska şiddetê, girtinê û êşkencekirinê ji welatê xwe derketine û nikarin vegerin, tên bikaranîn. Ev tirs û rîsk bi piranî li ser îhtimala ku dê êrişên curbecur li penahendeyan/penaxwazan bê kirin ji ber nasname yan jî endamtiya wan a siyasî, olî, çandî û netewî, ava dibe. Her wiha, penahende/penaxwaz li welatên xwe ji aliyê hêzên ewlekariyê nayên parastin û heta bi piranî ev hêzên ewlekariyê êrişî penahendeyan/penaxwazan dikin û ji ber vê ji welatê xwe derdikevin. Ev kes, dema derbasî welatekî din dibin, ku bi piranî derbasî welatên cîran dibin, bi rêya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî serî li parastina navnetewî didin ji bo ku statuya penabertiyê bi dest bixin. Li gorî hiqûqa navnetewî û prensîba ‘non-refoulment’, rêveberiya welatekî nikare bi darê zorê penahende/penaxwaz û penaberan vegerîne welatên wan û divê mafê wan biparêze.
Her çi qas terîfeke vê ya ku di qada navnetewî de tê qebûlkirin tune be jî, peyva “koçber” ji bo kesên ku şertên xwe yên maddî û jiyanî baştir bikin, pêdiviyên xwe û yên malbata xwe peyda bikin derbasî herêmeke an jî welateke din dibin, tê bikaranîn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku em ji kesekê/kesekî re bibêjin koçber, divê ji ber wan sedeman û salekê zêdetir li herêm an jî welatekî din bimîne. Kesên ji bo armancên tûrîzmê yan jî ji bo kar (ji bilî karên demsalî) diçe herêm an jî welatekî din wek koçber nayên hesibandin. Peyva koçber gelek caran ji bo karkerên demsalî yên çandiniyê jî tê bikaranîn.
“Piraniya welatiyên Tirkiyeyê ‘mêvantiyê’ qebûl nakin”
Baş e, ev gotinên ku piraniya wan ne zelal in û piştre di qanûna koçberiyê de cih girtin, bandoreke çawa li nêrîna gel a li ser Sûriyeyiyan dike?
Di Qanûna Biyaniyan û Parastina Navnetewî de ku 2013ê hat qebûlkirin, prensîba ne-vegerandinê (non-refoulment) û parastina navnetewî bi awayekê zelal tên diyarkirin. Dîsa di Rêziknameya Parastina Demkî de ku sala 2014ê li ser vê qanûnê hat qebûlkirin, bi taybetî behsa penahendeyên ji Sûriyeyê hatine dike û dibêje “ew ên di bin banê parastina demkî de tên qeydkirin”. Bi derbasbûna Sîstema Serokkomariyê, sala 2019ê înisiyatîfa biryardayînê ket destê Serokkomar. Ango, eger Serokkomar bixwaze dikare statûya parastina demkî ya penahendeyên ji Sûriyeyê hatine bidawî bike.
Her çi qas di vê qanûn û rêziknameyê de ev hatibin gotin jî, rayedarên AKPê hêj jî gotina “mêvan, xwîşk-bira û mihacir” ji bo penahendeyên Sûriyeyî bi kar tîne. Lê xebat û lêkolîn nîşan didin ku piraniya welatiyên Tirkiyeyê vê gotinê qebûl nakin. Ango piştgiriyê nade dîskur û polîtîkayên AKPê yên di derbarê penahendeyan de. Welatî, bi taybetî bi serkêşiya medyayê, dîskur û polîtîkayên mixalefetê û têkiliyên civakî her diçe dijberî û dijminahiya xwe ya li hemberî penahede, penaber û koçberan xurttir dikin.
“Hikûmet ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne”
Nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya ji bo penaberên Sûriyeyê îro li Tirkiyeyê di kîjan çarçoveyê de ye?
Nêzîkatiya AKPê ya ji bo penahendeyên ji Sûriyeyê, li ser bingeha berjevendiyan ava dibe. Ev yek hem di siyaseta naxweyî hem ya herêmî û hem ya navnetewî bi vî rengî ye. Li aliyekî propagandayekê li derdora nirxên olî û civakî bi pêş dixe û dibêje, “penahende mihacir in ku ji şer û zilma rejîmê reviyane” (ku ev gotin rast e) û ew ê ji wan re bibin ensar, lê li aliyê din dema dewletên rojavayî (bi taybetî endamên Yêkitiya Ewropayê, Brîtanya û Emrîka) dixwazin rê li ber tundî û zexta AKPê ya li dijî mixalefeta li Tirkiyeyê û dagirkerî û êrişên li dijî Rojava (Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) bigirin, AKP penahendeyan wek tehdîtekê li dijî wan bi kar tîne. Ango ger rêveberên dewletên rojavayî bixwazin li dijî polîtîkayên zordest ên AKPê pêngavekê biavêjin, AKP demildest wan bi şandina bi mîlyonan penahendeyan û koçberan tehdît dike.
Ne ku penahende û koçber an jî mixalefet û kurd di xema wan dewletan de ne, lê ev tevdigerin ku berjewendiyên xwe yên li herêmî êmin bikin û ji ber vê bi polîtîkayên AKPê yên tehdîtkar nikarin, li hemberî vê pragmatîzmê dengê xwe zêde bilind nakin. Nexwe hemû rêveberiyên dewletên rojavayî dizanin ka AKP û komên ku ev piştgiriya wan dike li Sûriyeyê û bi taybetî li Rojava talan û binpêkirina mafên însanî çawa pêk tînin. Xala dawî, rêveberiya AKPê dixwaze bi rêya penahendeyan li bakurê Sûriyeyê mayînde bibe. Bi vî awayî dê hem mêtingeriya vê herêmê bike, hem li Rojhilata Navîn terîtoryaya xwe fireh bike û hem jî şerê rêveberiya Rojava bike da ku hêz û partiyên kurdan negihin armancên xwe û statuyekê bi dest nexin.
“Dijminahiyeke nijadperest li dijî penahendeyan zêde dibe”
Li Tirkiyeyê dijî penaberên Sûriyeyê sûcên nefrete û nijadperestî bi pêş dikeve. Gelo partiyên opozîsyonê yên demokratîk bi polîtikayên xwe li dijî van derdorên ku nijadperestiyê bi pêş dixin, bandorê li siyasetê dikin an na? Polîtîkayên penaberan yên van partiyan bandorê li alîgirên wan dike an na?
Belê rast e, mixabin nefret û dijminahiyeke nijadperest li dijî penahendeyên ji Sûriyeyê û welatên din heye û her roj zêdetir dibe. Ne bawer im di nav opozîsyonê de partiyên ku sedî sed li ser esasên demokrasiyê tev digerin hebin. Lê hinek ji yên din baştir in di vî warî de. Wek mînak, polîtîkaya CHPê, İYİ Partiyê û MHPê nêzikî hev in, penahendeyan, penaberan û koçberan wek barekê dibînin û dixwazin demildest bên vegerandin. Argumanên raporên CHPê û HDPê yên li ser çareserkirina pirsgirêka birêvebirina vê pêvajoyê nêzikî hev in lê di pratîkê de hinek cudahiyên wan hene. Dîskura rêvebirên CHPê, serokê CHPê jî di nav de, cudaxwaziyeke mezin bi pêş dixe ji ber ku penahendeyan, penaberan û koçberan wek sedemên pirsgirêkên civakî, aborî, ewlehî û çandî nîşan dide.
CHP, wek İYİ Partiyê, sozê dide ku dema hatin serî dê hemû penahendeyan vegerînin. Lê rastiya şer û şertên jiyanê ya li Sûriyeyê û dîroka penabertiyê ya cîhanê nîşan dide ku ev yek gelek zehmet e û dê rê li ber binpêkirina mafên mirovan (wek koçberiya bi darê zorê, girtin, êşkence û kuştin û hwd.) veke. Ango, nêzikî tevahiya penahende, penaber û koçberan venagerin welatên xwe lê yan li welatên ku koç kirine dimînin an jî derbasî welatekî din dibin ji bo ku jiyaneke baştir û ewletir bi dest bixin. Ew yek ji bo penahendeyên ji Sûriye, Afganistan, Pakistan, Somalî, Iraq û Îranê hatine jî dê wisa be. Piraniya wan dê hewl bidin an li Tirkiyeyê bimînin an jî derbasî welatekî din bibin.
Nijadperestiya ku penahendeyan hedef digire dê jiyaneke baştir û civakeke demokratîktir ava neke ji ber ku poîtîkayên partiyên opozîsyonê ne li ser bingeha maf û edaletê lê berovajî vê li ser bingeha nefret û dijminahiya li dijî penahendeyan bi pêş dikevin. Dîtin ku bi vê nefret û dijminahiyê destekeke mezintir dibînin, ji bilî HDPê niha hemû partî vegerandina penahendeyan wek polîtîkaya sereke bo kampanyaya xwe diyar kirine. Bi vê yekê hewl didin hem AKP-MHPê bixin zorê û hem jî bi rêya popûlîzmê nijadprestiyeke faşîzane di nav civakê de xurttir dikin. Lê di pêşerojê de ew ê tu feydeyê negihine welatiyan û penahendeyan û dê avakirina aşitî û aramiyê li Tirkiye, Suriye û Kurdistanê her tim paşve bixîne. Ji ber ku sibe penahende biçin welatê xwe, heman nijadperestiya faşîzan dê dîsa vegere û kêmaran zêdetir hedef bigire. Ji ber vê yekê jî parastin û teslîmkirina mafên penahendeyan dê pêvajoya parastin û teslîmkirina mafên her kesî xurttir bike.
“Divê polîtîkayeke berfirehtir ji bo mafên bingehîn pêk were”
Em dibînin ku ew pêla nijadperest ku îro dijminahiya penaberan dike, di heman demê de jî dijminahiya gelên din ên Tirkiyeyê dike. Wisa xuya ye ev pêl her ku diçe gur dibe û civakê jî dixe bin bandora xwe. Di navbera mijara penaberan û avakirina siberoja Tirkiyeyê de peywendiyeke çawa heye?
Ev, yek ji meseleyên herî girîng e. Wek a niha min bi kurtasî diyar kir, dijminahî û dijberiya penahende, penaber û koçberan dê bi vegerîna wan xilas nebe. Divê em bînin bîra xwe ku ev nêzikî sed sal in komên cuda yên netewî, olî, çandî û siyasî li rastî êrişên curbecur tên. Ma gelo kurd, ermen, suryan, ereb, elewî, sunnî, çepgir, jin, zarok, LGBTİ+, transeksuel beriya hatina penahende, penaber û koçberan li rastî zulmê nedihatin? Raporên heyî diyar dikin ku gelek bûyer û erîşên hevpar hatin serê wan jî. Wek mînak bi mîlyonan kurd bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatin derxistin, bi hezarên wan bi destê dewletê û hêzên paramîlîter hatin kuştin, gelek ji wan li bajarên Tirkiyeyê li rastî êrîşên faşîstan hatin. Ji ber vê yekê em nikarin mafên komekê ji yên din cudatir bifikirin. Ger polîtîkayeke berfireh a li ser nasandin û teslîmkirina mafên bingehîn li ser esasên demokrasiyê, edaletê û wekheviyê neyê pêşkêşkirin û pratîkkirin, em ê di siberoja Tirkiyeyê de zêdetir binpêkirinên mafan, cudaxwazî û dijminahiya civakî bibînin.
“Neheqiya ku civak rû bi rû dimîne, ne ji ber penahendeyan e”
Di rapora Spectrum Houseê de hatibû aşkerakirin ku refleksên kurdan ên derbarê penaberan de wek nêzikatiya gelemperî ye û ew jî ne baş e. Lê em îro li Tirkiyeyê dibînin ku kurd û penaber bi heman rengî rastî zext û fişaran tên û her du jî madûn in. Gelo kurd, elewî, ango kêmarên din ên li Tirkiyeyê dikarin peywendiyeke çawa bi penaberan re deynin û di vê peywendîdanînê de roleke çawa ya siyaseta kurd heye?
Belê tespîta we gelek rast e û divê ev mesele zêdetir bê nîqaşkirin. Xala sereke ev e ku divê her kes, ne tenê kurd û elewî lê hemû welatî, daxwaza mafên rewa esas bigirin û ji bo ku wan bi dest bixin têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em nikarin beşek civakê derveyî vê pêvajoyê bihêlin. Wek mînak, ger em bixwazin mafê karkeran bê dayîn û parastin, em nikarin karkerên penahende, penaber û koçber li derve bihêlin. Xala duyemîn, her çi qas zimanê medyayê û polîtîkayên AKP-MHPê û mixalefetê dijminahiyeke mezin ava dike, lazim e em bibînin ku heman tişt ji aliyê heman partiyan an jî partiyên cudatir li dijî komên din jî tê kirin. Ji ber vê, heman nijadperestiya ku îro dijminahiya penahende, penaber û koçberan dike, bi dehan salan e zext û fişaran li gel û komên kêmar jî dike.
Li şûna ku tevlî vê nijadperestiyê bibin û penahende, penaber û koçberan bikin dijminên xwe yan jî wan heramoyî (dehumanization) bikin, lazim e têkiliyên di navbera civakan de vekirî û xurt bin. Ji bo vê jî divê bê bibîranîn ku penahende û penaber ji ber şerekî dijwar ji welatê xwe derketine, pêdiviyên wan ên însanî hene, divê mafên wan bên teslîmkirin û parastin. Neheqî û bêedelatiya ku civak rû bi rû dimîne ne bi destê penahende, penaber û koçberan çêdibe lê bi piranî encama polîtîkayên serdestiya AKP-MHPê û nêzikahiya mixalefetê ye ku her du jî dûrî nirx û normên demokrasiyê û edaletê ne. Ger welatî bikaribin şert û mercên penaber, penahende û koçberan fêm bikin, nêzîkatiyeke civakî bi wan re ava bikin, piştgiriyê bidin bidestxistina mafên rewa û tevlî dijminahiya ku bi rêya hikûmetê û mixalefetê tê pêşxistin nebin ez bawer im em ê di warê avakirina têkiliyên civakî de û bandora vê ya li siyasetê geşedanên baş bibînin.