MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Ûbeydûllah Pilatîn: Ji bo têgehên perwerdeyê werin zanîn me ev kar kirin - Atölye BİA
Kitap
10 Ocak 2022
Kitap
10 Ocak 2022

Ûbeydûllah Pilatîn: Ji bo têgehên perwerdeyê werin zanîn me ev kar kirin

Okuma Süresi: 4 dk
Ûbeydûllah Pilatînî diyar kir ku wî armanc kiriye “Kurd bizanin kîjan têgeh bi kîjan zimanî tê çi maneyê û çawa tê bilêv kirin.”

Ûbuydûllah Pilatîn nivîskarê pirtûka bi navê “Ferhenga Perwerdeyê” û ya “Felsefeya Perwerdeyê” (Weşanxaneya Delal) niha li ser cilda duyem a “Felsefeya Perwerdeyê” dixebite.

Pilatînî di cilda yekem a pirtûka xwe de ji destpêkê heta sedsala 13an behsa felsefeya perwerdeyê kiriye. Her weha di Ferhenga Perwerdeyê jî têgehên derbarê perwerdeyê de bi kurdî, tirkî û ingilîzî hene.

Ûbeydûllah Platînî ferheng bi Zubeyîr Çelîkî re nivîsiye. Li ser vê xebata xwe ya navborî, Pilatînî diyar kir ku wî armanc kiriye “Kurd bizanin kîjan têgeh bi kîjan zimanî tê çi maneyê û çawa tê bilêv kirin”:

“Tu çavkanî li ser ferhengan û perwerdeyê tûne bû. Têgehên di qada perwerdeyê de bi giştî tên bikaranîn. Me ev têgeh tomar kirin. Pişti tomarkirina têgehan, me bi rêbazeke zanistî em li naveroka danasîna têgehan geriyan. Zêdetirî 700 çavkanîyên bîyanî û Tirkî me xwend. Paşê jî li gorî danasîna têgehê, me rewaca rast nivîsand. Di vê ferhengê de têgehên perwerdeyê bi awayekê kitekit hatine nivîsandin. Piştî 10 salan ev xebat bi dawi bû û me li Çapxaneya Cagaloglûyê çap kir.”

Ûbeydûllah Pilatîn: Ji bo têgehên perwerdeyê werin zanîn me ev kar kirin - Atölye BİA

“Felsefeya Perwerdeyê ji beriya mîladê destpê dike”

Di nav pirtûka Felsefeya Perwerdeyê de filozof û zanyarên ku derbarê perwerdeyê de hizr û nêrînên xwe parvekirine bi awayekî kronolojîk hatine bicihkirin. Ji nêrînên Pîsagor heta Çîçero, ji Îbnî Sîna heta Sokrates û teşeya felsefeya perwerdeya olan hatiye nivîsandin.

Ûbeydûllah Pilatînî derbarê vê pirtûkê de jî wiha got: “Di xebata min a Felsefeya Perwerdeyê de ji berîya mîladê di destpêka felsefeyê de gelo filozof derheqê perwerdeyê de çi fikirîne, ji bo perwerdeyê çi pêwîst dîtîne. armanca perwerdeyê çawa danîne? Ji bo kesekî, ji bo miletekî, ji bo dewletekê divê perwerde çawa be? Bi çi awayî pêk were, naveroka perwerdeyê çibe û ji bo gihaştina mirovan kîjan armanc giring e? Bi perspektîfê min derheqê fîlozafan de lêgerinek pêk anî. Dû re encamên xwe min tomar kirin û min xiste nava pirtûkê. Pirtûk bi awayekî pirtûka dersê û di heman demê de bi awayeke roman, bi du alîya hatiye nivîsandin. Wêneyên wan ji hatîne xêzkirin.”

“Heftê du saetan perwerde ne rast e”

Pilatin ji ber ku bi karê perwerdeyê re mijûl e, rewşa perwerdeya kurdî ya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Ew dibêje perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zorakan heftê du saetan têrê nake. Wî li ser vê mijarê gotar nivîsandine û pêşkêş kirine. Wî di sala 2013yan de li Wanê danezanek nivîsiye:

“Kurdî weke dersa hilbijartî ji bo xwendekaran ev derfet hatîbu dayîn. Lê di we danezanê de li hember akademîsyan min axaftinek pêk anî û min gotî, zimanekî li her derê bikar tînî, li malê, li zanîngehê, li nexweşxanê, di bazirganîye de eger tu herî vî zimanî tenê heftê du seatan bidî zarokekî ne raste. Ev tiştekî zehf şerm e. Yanî ez zehf tehn bûme û divê ez surahiyekî avê vexim lê tu kevçikî av didî. Bi vî şiklî min dersên hilbijartî yên Kurdî şîrove kiribû. Gelekî akademîsyen li hemberî min derketin, ji min xeyîdin. Gel çiqas zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe nasbike we demê dewlet û hêzen din zêdetir lê ser mafê ziman wê nerm bibin. Min ew fehm kir ku ji bo Kurd bixwazin zimane xwe pêş bixin, divê zimanê me bibe zimanê perwerdeyê.”

“Divê di her şert û mercan de xebat bidomin”

Pilatîn her weha dersên taybet ên kurdî dide. Di dema pandemiyê de wî dersên xwe online daye. Wê ev tişt ji bo xebatên kurdî got:

“Tora Kurdî û dersên Kurdî ez dişopînim. Ez dinerim ku gelek sazî û gelek kes û gelek weqif, wekî Weqfa Mezopotamya, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di vê pêvejoya pandemiye de xebatên xwe pêk tînin. Online dersên Kurdî didin, civînên Kurdî pêk tînin. Ez gelek pê şa me. Ez kêfxweş im ku bi kurdî dixebitim. Hin nivîskar carna gelê Kurd rexne dikin. Dibejin ku Kurd xwedî li zimanê xwe dernakevin û giringiyê ji nadin zimanê xwe. Lê ez wiha nafikirim, Ev jî pêvejoyekê dixwaze. Ji ber gelekî êrîş bi awayekî pirgavî li ser zimanê Kurdî hene. Em ji şiyar in û agahdar in. Divê di her şert û mercên giran de em xebatên xwe pêk bînin.”

Derbarê Ûbeydûllah Pîlatînî de?

Sala 1980ê li Amedê li navçeya Bismilê ji dayîk bûye.  Beşa dersdariya Zanistên Civakî di 2003ê de qedandiye. Master û doktorayê wî li ser bernameyên perwerdeyê û hînkirinê ye. Têkiliya navneteweyî (International relationships) mastir dike. Niha jî li Navenda Zanist û Hûnerê ya Êlihê weke dersdarekî kar dike. Nezîkî 12 sal in li ser çavkaniyên kurdî xebitiye.  Berhema wî ya ye pêşî Ferhenga Perwerdeyê ye. Ya duyemîn Felsefeya Perwerdeyê. Li ser cilda duyemîn a Felsefeya Perwerdeyê dixebite.

Freelance gazeteci. Fırat Üniversitesi Gazetecilik ve Anadolu Üniversitesi Uluslararası İlişkiler lisans mezunu. Blog yazarı. Şırnak doğumlu.