MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Nû - Atölye BİA

20 Mart 2024
Okuma Süresi: 3 dk
Em dîsa bûn Newroz lewre. Ev bûyîn, ne rîtûelek ji rêzê, ne jî mecbûriyetek e. Ev bûyîn, çawa ku herî geş û herî rast, di can û beden û coş û mîhrîcana Rojhilat de tê dîtin, bişkivîna xwezayê ye. Her kes dibe dara behîvê, dibe kanî û robar, dibe ax, dibe çiya û zozan, dibe pinpinîk û teyr, dibe agir, stêrk, av, mirov, jin, mêr, zarok û pîr...

“Nûnû…Welle Nûnû ye !” Demek e vîdeoya ku keçikek Kurd a şirîn jê wiha bersîva pirsa pêşkêşvan ya ku dibê “navê te çî ye?”dide, gelek tê temaşekirin. Xwiya ye ku gelek kesan ji vî navê wê yê xweş bawer nekiriye, loma dema xwe gij dike û dibêje “welle Nûnû ye!” xwedî tecrûbe ye. Jixwe piştre pêşkêşvan jî vî navî dipejirîne û jê re dibêje” keçê Nûnû!”

Dema em biçûk bûn jî “nono” hebû. Nono… Dema ji zarokan re tiştên nû dikirîn û didan wan digotin” Nonnoo! Viya nonoya/ê te ye!” Zehf kêfa me zarokan dihat û wek ku heta negotana ”nonnoo” û wisa îlan nekirina, ew tişt, diyarî nedibû ”diyarî” û kêfa me nedianî, nedibû ya/ê me..Îja mesele çî ye? Mesele ev e ku teva Kurd di bin nîrê bindestî û kevinperestiyê de bûne jî her sal ji xwe re sedema nûbûnê dîtine, bûne Nûnûû…Nonoyan li xwe kirine û bi çirûskên dilê xwe agir vêxistine. Çimkî dema Kurdan, li 2724 sal berê, li wê şeva Newrozê ya ku her Kurd bûye Kawayê Hesinkar sekiniye. Dema kurdan, ew şev û ev şev, ew roj û ev roj li wir: Li ber wî agirî, li dor wî agirî, ji bo wî agirî û bi wî agirî sekiniye. Dem jî, agir jî, Kurd û nûbûn jî bêdawî bûye. Ji ber vê yekê ye ku kurdan gelek zordestan kevin kirine, lê ew bi xwe her nû mane, çirûska nûbûn û xwenûkirinê her li dilê wan maye. Mijokdar riziyane lê ew bi newrozê her nû mane. Çimkî her sal bûne Newroz, newroz bûne ew.

Îja îsal em nûnûyên ku digel êrîşa ewqas kevneperestiyê jî, dîsa, ji nûva bi gavên newrozîn ji zemher û mexzenên cûrbecûr derdikevin, hem ji hev re hem ji xwe re, hem jî ji dost û dijmin re nas tên. Newroz e lewre. Em dîsa bûn Newroz lewre. Ev bûyîn, ne rîtûelek ji rêzê, ne jî mecbûriyetek e. Ev bûyîn, çawa ku herî geş û herî rast, di can û beden û coş û mîhrîcana Rojhilat de tê dîtin, bişkivîna xwezayê ye. Her kes dibe dara behîvê, dibe kanî û robar, dibe ax, dibe çiya û zozan, dibe pinpinîk û teyr, dibe agir, stêrk, av, mirov, jin, mêr, zarok û pîr. Her kes diçe 2724 sal berê, li wir gul vedide, ji wir gul vedide. Ji wir birê dikeve, ji vir birê dikeve. Her kes sal û zemanê ku li wir sekiniye û agirê ku li wir tevlê hebûna kurdan bûye û demê veguherandiye agir, ji nûve dijî. Wek ku Rojhilat bi sermestî, serxoşî, serbestî û hişyariya beden û giyanên newrozîn şanî me dide, newroz, bi rastî jî ne cejnek ji rêzê, ne salvegerek asayî ye. Helbet mirov dikare bipirse, ma kurdên ku wiha salê carek dibin agir û pêt û ji tevî sînorên madî-menewî derbas dibin, çima wê bûyînê nadomînin û ewqas sedsal e kevir li ser kevir dihêlin? Belkî gelek gazin û analîz jî dikarin bên rêzkirin û çima û bo çi, reqsek bêdawî li derdorê bidomînin. Lê bersîv nîne, an jî heye lê têra tu tiştî nake.

Lê her wiha sekinîna demê ya li wê derê jî nikare were jibîrkirin. Bi rastî jî Newroz, dem e ji bo kurdan. Dema kurdan e. Sekinîn û bêdawîkirina demê ya li wê kêliyê ye. Welê ye ku kurd xwe veşêrin, xwe bixin nav postê kêvroşkan û qalikê kîsoyan jî, dema ku Newroz tê, zindî dibin, bi cinan dikevin, bi heyvê dikevin, bi periyan dikevin, bi agir dikevin, bi axê dikevin, bi xwe dikevin. Dibin Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdem…Ji ber ku kurdan tenê carek saetê eyar kirine, saeta xwe û dinyayê, a xwe û xwezayê. Û ew saet, newroz e,ji agir e,bi agir dişuxule. Ew saet, betalkirina tevî saet û zemanên din e jî. Newroz saeta kurdan a herdemî ye. Loma jî ev e gotina dawî; gelî Nûnûûyên xwedî nonoyan, gelî newrozjînan, Newroz pîroz be!

1973 Diyarbakır doğumlu olan Mizgîn Ronak, 1992’de 18 yaşındayken politik nedenlerle, dönemin Devlet Güvenlik Mahkemeleri tarafından müebbet hapse mahkum edildi. 30 yıl sonra, 10 Ağustos 2022’de “şartlı salıverilme” gereği tahliye oldu. Ronak, son 15 yıldır makaleler yazıyor. Yayınlanmış kitapları: “Sêv jî Me Dikujin” (Lîs), “Em Bûn Baran” (Aram), “Dilavî” (ar), “Rojhat” (Sîtav),”Nobedarê Gulên Kobanê” (Sîtav), “Gorçi ya ne Em” (Sîtav) ve “Kirasê Heyvê “ (Aram).