MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Payîz, agirê sobê û li Agiriyê “Janya”ya Rênas Jiyanî - Atölye BİA
Kitap
1 Aralık 2022
Kitap
1 Aralık 2022

Payîz, agirê sobê û li Agiriyê “Janya”ya Rênas Jiyanî

Okuma Süresi: 4 dk
'Wê ji xew qewmên pezkovîya re çawa helal be?'. Xweyê vê pirsê gelekî bicoş bû, pirsa xwe dubare kir. Bersiva nivîskarî kin û kûr bû : "Ji azadîyê hez bikin, dev ji xweşikiyê bernedin, wê demê xew ji qewmên pezkovîyan re wê helal be."

19ê Çiriya Paşiyê ye. Zivistana Agiriyê ji dûyê sobeyan ve xwe nîşan da. Pirtûkxane û cafeya Tutunamayanlar û koma ku li benda Rênas Jîyan e. Min xwest ku rojên berê bibîr bixim û bibêjim perên teqwîman wê vê dîrokê binivîse lê belê êdî perên teqwîman jî neman, ji xwe teqwîm ji bikar nayê. Pirtûkxaneya Tutunamayanlar, li pişt Kolana Cumhuriyetê de ye. Avahiya li kêleka wê, berê dêr bûye. A niha jî bûye mizgeft. Mizgeft, bi kevirên dêrê vê hatiye avakirin. Lê belê di demek nêz de dîsa kirine mizgeft. Kes nizane ku çi bû ji wan kevirên dêrê. Bawerim ku civak hem ji dêrê bû hem jî mizgeftê.

Dema ketime hundirê pirtûkxaneyê, germahîya sobeyê û dûyê titûnê tevlihev bibû. Hemû guhdar, nêzî hefteyek e li hêviya helbestvan Rênas Jiyanî ne. Rênas Jîyan dema kete hundir, ji rûyê ve diyar bû ku kêfxweş bû. Ji ber ku pirtûkxane tijî bû. Guhdarên ku tevlî gotûbêjê bûne, di navbera xwe de helbestên wî dixwînin û li ser wan diaxivin. Hîn jî rûpelên pirtûkên wî dizîvirinin.

Payîz, agirê sobê û li Agiriyê “Janya”ya Rênas Jiyanî - Atölye BİA

Gotûbêj, bi sersaxîya ji bo Jîna Mahsa Amîniyê û hemû kesên ku jo bo azadiyê dengê xwe bilind kirine û jiyana xwe ji dest dane , destpê kir.

Wî got: “Jîna Mahsa Amînî, ji bo ku porê wê vekirî bû hate kuştin. Em vê pergala qirêj şermezar dikin. Ji bo gelê kurd sersaxîyê dixwazin. Em aştî û aramî, azadiyê dixwazin. Ji bo gelê me û ciwanên me yên ji bo azadiyê dengê xwe derdixin û ji ber vê jî bêexlaqî, neheqiyê tên kuştin, sersaxîye dixwazin. Daxwazîya me ya aştî û azadiyê wê her tim bilind bibe.”

Divê ku pênûsa nivîskar ji bo çi bikar bê?”

Rênas Jîyan axavtina xwe bi rol û armanca niviskariyê û helbestvaniyê ve dewam dike:

“Helbestvan û nivîskar divê ku pênûsa xwe ji bo daxwaza azadiyê bikar bînin. Civak qiymetê dide nivîskaran, lê belê divê ku çavên nivîskar û helbestvanan ji mal û milk û popülizmê dûr bikeve.”

Guhdarên Rênas jîyan hemû ciwanin. Di nava guhdaran de xwendevan, dersdar, parêzer û xebatkarên tenduristiyê jî hene. Li ser xwendawanên xwe çend gotin, li ser zimanê kurdî û bikaranîna wê ya di nava kar û xebatên siyasî, çandî û civakî de jî hîn rexneyên xwe anî ziman:

“Xwendewanên min hemû, xwendewanên ramanê ne. Nikarin li ser peyvekê xwe mijûl bikin. Min bixwe perwerdeya zimanê kurdî nedîtiye, bi hewldana xwe ve hatime vê astê. Hewce ye ku em xwebixwe perwerde bikin. Divê ku di navbera xwe û têkiliyên perwerdeyê de merdîwenekê çêbikin. Ji bo partî û saziyên sivîl ên kurdan jî dema daxuyanî didin, zimanê kurdî dikeve aliyê paş ve. Zimanê pergalê ku bizorbeti fêrî me kirîye dibe sereke. Ev komên em behs dikin, hewceye bi zimanê kurdî daxuyaniyên xwe bidin ku civak bizanibe zimanê kurdî heye, zimanekî nemir e û xweşik e.”

Payîz, agirê sobê û li Agiriyê “Janya”ya Rênas Jiyanî - Atölye BİA

Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) Omer Narman jî di nava guhdaran de ye û ew mafê axavtinê dixwaze. Bersiva rexneya Rênas Jiyanî dide:

“Pêvejoya ku em têdene, gelekî dijwar e. Pergalê wisa kirîye ku dema yek biaxive, dengê xwe derxîne weke ‘fislenme’ dibînin. Ev gotin kêm dimînin. KESK ji bo zimanê kurdî gelekî xebatê dimeşîne, lê endam, nûner kêmin. Ev mijar bitenê bi me ve kêm dimîne. Em hemû bi hevre hewl bidin xebatên xwe zêde bikin û bila dilê me jî xweş be.”

Mijar mijarê vedike. Li ser zimanê kurdî, erebî û farisî û yên din hîn gotin tên xeberdan. Li ser zimanê fransizî helbestvan guhdarên xwe dide kenandin û meraqa xwe jî tîne ziman:

“Li ser hemû zimanan dikarin mînakan bidin lê axaftina fransizî de bala min dikşîne. Gava ku dibêjin ‘bonjour’ tîpa ‘r’yê çima bikar nayînin û tîpa ‘’x’ bikartînin?”

Guhdar pirsên rengîn dikin

Rênas jîyan, bi helbestên “Janya”, “Birîn”, “Êş” û “Kul” ve guhdaran mest dike. Beşdaran dixe nav fikrên kûr. Dema pirs û bersivan hat, pirsên guhdaran gelekî rengîne. di nava xwe de rewşa çandê û wêjeyê jî dirîse. Pirsa herî bala min kişand ev bû: “Wê xew ji qewmên pezkovîya re çawa helal be?’. Xweyê vê pirsê gelekî bicoş bû, pirsa xwe dubare kir. Bersiva helbestvan kin û kûr bû:

“Ji azadîyê hez bikin, dev ji xweşikiyê bernedin. Wê demê xew ji qewmên pezkovîyan re helal wê be”

Dawîya gotûbêjê hat. Guhdaran pirtûk bi helbestvanî ve dan îmzekirin. Mîna hemûyan min jî pirtûka “Janya”yê da îmzekirin.

Di vê navberê de komekê bala min kişand û ez çûme li cem wan. Di nava komê de dersdar Harûn jî hebû. Dersdar, ji Enqereyê hîn nû hatîye Agirîyê. Bi kurdî nizane. Di nava hevalên xwe de bi rûyekî ken li wan guhdar dike. Hevalên wî di nava xwe de bi kurdî diaxivin. Ew jî ji hevalên xwe re dibêje, “Hûn mijarên li ser civakê diaxivin, ev mijar geleki bala min dikşîne. Biborînin, dixwazim ez jî beşdarî axaftinê bibim, lê fêhm nakim” û lêborîna xwe dixwaze. Min jî jê pirsî, “Bi kurdî nizane, dema ku li helbestvanî guhdar kir, çi di fikirî?” Wî got:

“Bi kurdî nizanim, sal û nîveke li vê derê me. Guh didim zarokên pola xwe, hevalên xwe. Êdî hin peyvan fêhm dikim. Min li helbestvanî guhdar guhdar kir, lê belê bi tenê li dengê wî. Muzîk bûya, wateya wê min nizaniba jî xweş e, lê belê helbest tiştekî cuda ye. Ez kêfxweş bûm lê ger ku min fêhm jî bikira ez ê hîn zêde kêfxweş bûma.”

Payîz, agirê sobê û li Agiriyê “Janya”ya Rênas Jiyanî - Atölye BİA

Nebese jana ku Janya kişand?

Rista “Fermo Janya, tu êdî dikarî xwe bikujî!” di hişê hemû helbesthezan de cihê xwe girtiye. Dema ku vê hevokê dixwînim, hin caran difikirim, êş û kul çima para Janya ye, êdî nebese jana ku wê kişand?

Dema min pirtûka xwe pê da îmzekirin li ser piyan min ji Rênas Jîyanî pirsî û got, ew “cara duyem e tê Agirîyê, li gor cara yekem çi guheriye?”

Wî got: “Ev cara duyem e hatim Agirîyê, guheriye, rengê xwendina Agirîyê guherîye, gelekî kêfxweş bûm, hêviya me ew e ku cardin em û Agirîyê hevdu bibînin.”

Gaziantep Üniversitesi Gazetecilik bölümü mezunu. Atölye BİA 11-15 Kasım 2019 “Kadın-LGBTİ+ ve Yargı Haberciliği Atölyesi” ve 4 Aralık 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.