MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Ji xwezaya Çilbazara Kanîreşê çend dîmenên ciwan - Atölye BİA
Ekoloji
23 Ağustos 2023
Ekoloji
23 Ağustos 2023

Ji xwezaya Çilbazara Kanîreşê çend dîmenên ciwan

Okuma Süresi: 2 dk
Çewlîg yek ji wan bajarên heremê ye ku xwedî xwezayekî bi av, dar û şînkayiyê ye. Tevî hişkesaliyê isal li gori salên berê baran zêde barî û herêm bi av û şinkayiyê hatiye xemilandin.

Çewlîg yek ji wan bajarên heremê ye ku xwedî xwezayekî bi av, dar û şînkayî ye. Tevî hişkesaliyê isal li gori salên berê baran zêde barî û herêm bi av û şinkayeyê hatiye xemilandin. Ji ber vê yekê deşt û şaxên çewlîgê heta niha jî avîn û şîn in. Îsal xwezaya heremê ji salên borî rengîntir e.

Deşta gundê Çilbazarê (Qerxebazar) li piştî gîhaçinînê ji ajalan re vedibe û gelek ajalên gund reng didin deştê. İsal ji ber ku hêjnayî li xwezayê berbelav bûye ajalên heremê gelek kêf dikin.

Çiyayê Çilbazarê (Qerxebazar) bi zozanên xwe yên rengîn bi salane ji bo gundîyan û sewalkaran bûye malbendekî grîng. Xwedî avekî dewlemend e û gelek çevkanîyên sar li xwe dihewîne. Bi destpêka biharê re welatiyên gundê Çilbazarê dibin mêvanê av, hêşnayî û zozanên rengîn.

Golbehrî ku 11 km li rojhilatê Kanireşê ye û nêzî 1150 metre çargoşe ye û her weha gola herî mezin a Çewligê ye. Ji asta deryayê bilindahiya wê 2000 metre ye. Qada golê bi destpêka havînê re ji ber helîna berfê û çavkaniyên di bin golê de ji 1500 metre çargoşeyî derbas dibe.

Golbehrî li herêmê yekane gole ku bûye mijara gelek mîtolojî û efsaneyan. Her weha gelek çîrokan li xwe dihewîne.

Dêra Gundê Toxlan ya hezar salî

Gundê Toxlan yek ji wan gundan e ku xwedî dêrekî dîrokî ya Ermeniyan ne. Toxlan 3 kîlometre ji Kanîreşê dûr e û derdora hezar û 500 kes lê dijî. Li gorî dîroknas û welatiyên herêmê navê dêrê Agos ango Dayîka Meryem e û dîroka avabûna dêrê heta hezar sal berê diçe.

Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler bölümü mezunu. Hak temelli çalışan birçok sivil toplum örgütünde örgüt yönetimi, sosyal politika, hak savunuculuğu ve insan hakları temalarında çalışmalar yürüttü. Kasım – Aralık 2021 dönemi bianet Kurdî stajyeri. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.