MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
"Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e" - Atölye BİA
LGBTİ+
16 Haziran 2023
LGBTİ+
16 Haziran 2023

“Desthilatdar LGBTI+an dike hedef, mixalefet bêbandor e”

Okuma Süresi: 4 dk
LGBTI+ ji ber axavtin û helwesta partiya desthilatdar, Serokomar Erdogan û partiyên mîna YRP û HUDA-PARê metirsîdar in ku êrîşên li ser LGBTI+an zêdetir bibin.

Fotograf: Murat Bayram

Her sal di Hezîranê de bername ji bo “Meha Rûmetê” tên lidarxistin. Îsal jî di navbera 19-25ên Hezîranê de Meşa Rûmetê wê pêk bê. Di 18ên Hezîranê de Meşa Rumetê ya Transan a Stenbolê û di 25ê mehê jî meşa mezin a Rûmetê wê bê lidarxistin. Beriya Meşa Rûmetê hin LGBTIyan li ODTUyê (Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn) xwastin ku çalakiyekê pêk bînin lê polîsan êrîşî wan kir û gelek kes desteser kirin. Paşê ew kes serbest bûn. Li Stenbol, Îzmîr û çendîn bajarên din jî polîsan destûr nedan LGBTI+ bernameyên xwe yên ji bo Meha Rûmetê li dar bixin.

Ji Baroya Amedê Berdevkê Komîsyona Mafên LGBT+yan parêzer Okan Altekîn û xebatkar û aktivîstê Komelaya LGBT+yan a Mersînê Ûtkû Kûtbayî ji bianet kurdiyê re  behsa rewşa dawî kirin.

“Saziyên fermî gotinên nefretkirinê bikar tînin”

Parêzer Okan Altekînî bal kişand li ser gotinên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+an pêk tên û diyar kir ku li her deverê cihanê bi taybetî komên Neo-Nazî û komên rastgir erîşî mafên LGBTI+yan dikin: “Hinceta erişen xwe jî li ser hin gotinên provokatîf ên wekî malbat, exlaq û mafên zarokan saz dikin. Bi êrîşên homofobîk û transfobîk re tê destnîşankirin ku LGBTI+ ne parçeyek ji civakê ne. Lewma jî ne “mirov” in. Her tim LGBTI+ bi erîşê dijmirovahî, qirkirin, erîşên fizîkî re rû bi rû dimînin. Li Tirkiyeyê gotinên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+yan li qadên saziyên fermî êdî tên gotin û em dibînin ku gotinên nefretkirinê bi awayekî eşkere bûye fermana qirkirinê. Em dibînin ku parlamenterên nêzî desthilatdariya siyasî, komên ciwanan û beşa çapameniyê li dijî LGBTI+yan nûçe û qunciknivîsan diweşînin û ev mijar hatiyê astek gelek girîng û gelek kesan jî ditirsîne. Her roj bi hezaran tweet, nûçe û daxuyaniyên ku piştgiriyê didin LGBTI+yan tên qedexekirin. Erîşî çalakiyên me dikin û gelek kesan jî teşîr dikin.

“Pirsgirêk hemû kesan eleqedar dike”

Altekînî behsa hewldan û helwesta LGBTI+an kir ku li dijî vê rewşê derdikevin û hewl didin dengên xwe bêhtir bidin bihîstin. “Di vê atmosfera rewşa tarî de dikevin Meha Rûmetê. Tevî hemû êrîş, îşkence û desteserkirinan jî qadan vala nahêlin, qadan tije dikin û çalakiyên xwe li dar dixin. Dîroka LGBTI+yan tijî têkoşîn û berxwedan ê. Meşa Rûmeta li zanîngehan li dar xistin û êrîşê li van çalakiyan dikin. Lê digel vê yekê jî LGBTI+yan li Izmîr û Stenbolê qadan tije bikin. Her çiqas ku desthilatdar biguherin jî tiştê ku nayê guhertin têkoşîn û berxwedana LGBTI+yan e. “

Altekînî li beramberî van êrîş, qedexe û astengiyên li dijî LGBTI+an pêk tên, helwesta mixalefetê jî rexne kir: “Heta ku hûn jiyana kesên din neparêzin hûn nikarin jiyana xwe biparêzin. LGBTI+ beşeke ji civakê ne. Ev jî tê wateya ku hemû pirsgirêk her kesan eleqedar dike. Dewlet bi siyaseta nefretkirinê hewl dide ku qeyrana aborî û xizaniyê bi van pirsgirêkan veşêre.

“Divê ez bibêjim ku mixalefet jî di mijara LGBTI+yan de nehişyar e û nikare siyaseteke bi bandor derxîne holê. Heta ku xeteke nû ya têkoşînê ya ku maf û azadiyên bingehîn ên LGBTI+yan di nav xwe de dihewîne neyê avakirin, wê mixalefet mehkûmî polîtîkayên nefretkirinê bibe.””

“Erdoganî bi gotinên xwe ew kirin hedef”

Endamê Komeleya LGBTI+an a Mêrsînê Ûtkû Kûtbayî diyar kir ku êdî xebat û çalakiyên LGBTI+yan wê zehmettir be lê ev rewş wan natirsîne: “Piştî hilbijartinan em bûn şahidê xurtbûna hêza komên rastgirt û pê re jî di Parlamentoya Tirkiyê de êdî polîtîkayên nefretkirinê re em ê bi rû bi rû bimînin. Bi taybetî ji Partiya Yenîden Refahê û Partiya Doza Azad (HÜDAPAR) hemû gotinên xwe li dijî jin û LGBTI+yan saz kirin û bi vê nêzîkatiyê jî piştgirî dan Erdoganî. Erdoganî bi gotinên dijmirovahiyê, jin û LGBTI+yan polîtîkayên xwe saz kir. Di 28ê Gulanê de careke din LGBTI+ weke teror nîşan da û ew kirin hedef. Erdoganî gotibû ‘Di nava partiyên din de LGBTI+ hene, lê di nava me de tiştên wisa qet tuneye’ û bi van gotinan rasterast LGBTI+ kir hedef. Ew difikirin ku hebûna LGBTI+yan piştgirîkirina tîmek an partiyekê ye. Em li her qada civakê hene û desthilatdar dixwaze ku vê nebîne.

“Ez zanim ku ne bi tenê me”

“Li gorî min êdî ti argûmana desthilardariyê tune ye û xwe bi vî awahî saz dike.  Êrişa ODTUyê nîşanî me da kû îsal Meşa Rûmetê wê zehmetir derbas bibe. Helbet em nikarin bibêjin ku ev hemû îşkence û tundî me xemgîn nakin. Lê belê, ev rewşa xemgîniyê me bihêztir dike û em bi awayekî meşên xwe amade dikin. Motivasyona min a herî mezin ji bo van bûyerên neyînî ev e ku ez zanim, ne bi tenê me. Meha Rûmetê pîroz be!”

Gaziantep Üniversitesi Sosyoloji Bölümü mezunu. Daha önce çocuk ve kadın alanında sivil toplum örgütlerinde profesyonel ve gönüllü çalıştı. Mayıs – Haziran 2022 dönem bianet kurdî stajyeri.