MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Denîz Gunduz: Jiyana xemxurekî Kirmanckiyê ya di navbera gund û bajarî de - Atölye BİA

Denîz Gunduz: Jiyana xemxurekî Kirmanckiyê ya di navbera gund û bajarî de

20 Ekim 2023
Okuma Süresi: 2 dk
Kirmanckiya ku di bin xetereya tunebûnê de ye bi ked û xebata Denîz Gunduz li ber xwe dide. Gunduz kurmanckiyê di her beşên jiyanê de dide jiyîn.

Endamê Koma Xebatê ya Vate û Xwediyê Kovara Vateyê Denîz Gunduz, ji bo karên çandiniyê havînan diçe gundê xwe yê bi navê Sikura ku serbi navçeya Vartoyê ye. Her weha Gunduz bi karê çandiniyê re karê xwe yê weşangeriyê jî li gundê xwe didomîne. Gunduz bi payîza paşîn re gundê xwe bicih dihêle û derbasî Amedê dibe û zivistana xwe li wir derbas dike.

Gunduz dibêje havînan gund ji bo hilberîne gelek baş e: “Ez ji bo hilberînê hêzê ji xweza û sirûşta gund werdigirim. ji ber vê yekê ez nikarim xwe ji vê xwezaya rengîn bêpar bihêlim.”

Kirmanckiya ku di bin xetereya tunebûnê de ye bi ked û xebata Denîz Gunduz li ber xwe dide. Gunduz kurmanckiyê di her beşên jiyanê de dide jiyîn.

Deniz Gunduz kî ye?

Romannûs, weşanger, wergêr e. Li Zanîngeha Anadoluyê ya Eskişehirê beşa Civaknasiyê qedand. Di sala 1996an de li Îzmîrê bû nûnerê Weşanxaneya Komalê û jiyana wî ya nivîskariyê û weşangeriyê li vir des pê kir. Di sala 2000an de romana xwe ya yekem ya bi navê “Kilama Pepûgî” çap kir. Ev roman, yekemîn romane ku bi şêwezarê kirmanckî hatiye nivîsîn.  Di sala 2003an de li Zanîngeha Upsallayê bi rêya Weqfa Çanda Kurd a li Stockholmê demek bi Kirmanc/Zaza perwerde girt. Di heman salê de ji Swêdê vegeriya û Weşanxaneya Vate ava kir. Di heman demê de xwedî û berpirsiyarê kovara Vateyê ye. Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê mastera xwe li Enstîtuya Zimanên Zindî kir. Ji sala 2021an û vir ve di bernameya doktorayê ya Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê de perwerdeya xwe didomîne.

Berhemên çapkirî:

Kilama Pepûgî (roman), Hîkayeyê Koyê Bîngolî (hikaye), “Türkçe Açıklamalı Kürtçe Kırmancca/Zazaca Dil Dersleri” (gramer), Soro (roman), Kalaşnîkov (roman), Xapxapik (helbest), “Avesta Dili İle Kırmancca (Zazaca)’nın Karşılaştırılması: Etimolojik bir inceleme” û komek werger.

Derbarê Kovara Vateyê de

Kovara Vate di dîroka çapemeniya kurdî de weşana herî demdirêj a bi şêwezarê kirmanckî/zazakî ye. Armanca wê ew e ku zaravayê kurmanckî/zazakî yê ku di xetereya tunebûnê de ye zindî bihêle û xwendin û nivîsandina wê bide belavkirin. Rewşenbîrên kurd ên ku ji ber sedemên siyasî neçar mane ku ji Tirkiyeyê derkevin, di sala 1996an de li Stockholma Swêdê Koma Xebatê ya Vateyê ava kir. Koma Xebatê ya Vateyê di sala 1997an de Kovara Vateyê damezrandin. Kovar ji roja ava bûye heta niha hevpeyvîn, helbest, çîrok, ferheng, rêziman û rêzikên rastnivîsê, çîrok, metnên olî, gotarên wêjeyî û çandî,  xebatên standardîzekirinê bi şêwezarê kirmanckî/zazakî çap kirin. Vate di navbera salên 1997-2003an de li Swêdê derdiket. Piştî sala 2003an li Stenbolê jiyana xwe ya weşangeriyê didomîne.

 

 

 

Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler bölümü mezunu. Hak temelli çalışan birçok sivil toplum örgütünde örgüt yönetimi, sosyal politika, hak savunuculuğu ve insan hakları temalarında çalışmalar yürüttü. Kasım – Aralık 2021 dönemi bianet Kurdî stajyeri. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.