MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e" - Atölye BİA
Kent
18 Mayıs 2021
Kent
18 Mayıs 2021

Şîreta li tûrîstan: “Kurdî zimanê terorîstan e”

Okuma Süresi: 2 dk
Ji ber pandemîyê jimara tûrîstên têne bajarên tirkan û kurdan kêm bûne. Me ji tûrîstên ji bajarên tirkan hatîn bajarên kurdan (Kurdistanê) û mêvandarên wan pirsî ka şîretên çawa li wan hatine kirin.

*Fotoğraflar: Murat Bayram

“Min ji Diyarbekirê gelekê hez kir. Ez hê jî matmayî me çi bajarekê dîrokî û xweş e, çi mirovên min nas kirîn qenc in! Bi vî awayî ji min re behsê nekiribûn… Profesorên li zanîngehê jî ji min re gotibûn neçe wê derê, ew terorîst in, belayek dê bê serê te. Gotibûn mêrên wê derê dê nehêlin tu bi rihetî bigerî. Ew ne mirovên normal in.”

Tûrîsteka* polonyayî ku mêvana Rozerîn Tadika kurd e jê re bi van gotinan behsê dike ka çi şîret lê hatine kirin. Rozerîn ji sala 2015ê ve bernameyeka bi navê Couchsurfing bi kar tîne.

Ev bernameyek e ku tu dîyar dikî li mala te cihekê razanê heye û tûrîst dikarin lê belaşî binivin. Dema tu jî biçî bajarê bikarhênerên wê bernameyê tu jî dikarî bibî mêvanê/a wan.

Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e" - Atölye BİA

* Amed

Di 6 salan de mêvaneka piştî bajarê tirkan hatî Diyarbekirê ji Rozerînê re bi yek hevokeka qenc behsa şîretên li wan hatî kirin nekiriye.

Min jî keseka ji Ingilîzstanê bi wê bernameyê hatî kir mêvan. Ew ji Stenbolê hatibû. Ew li Stenbolê 3 mehan maye û kesên li derdora wê kesên CHPyî bûne. (CHP: Patîya Komarî ya Gelî).

Ew behsê dike ku civata wê li dijî kurdan rasterast nediaxivîn lê hebûna wan qebûl nedikirin. Çi mijar vebûya dema xanimê dipirse gelo Kurd jî di vê meseleyê de hene civatê dibêjin na, ew rewşeka cida ye.

Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e" - Atölye BİA

* Amed

Ji bo nimûne dema sohbet li ser demokrasîya Atatirkî anî dihat kirin, wê pirsîye ma ne mafê her kesan e bi zimanê xwe perwerde bibin. Civatê gotiye helbet welê ye. Wê dîsa pirsîye ma ne mafê kurdan e… Civatê gotiye naa ew mijareka dî ye hin hessasîyetên dî hene.

Vê carê jin û mêrekê fransî pêşiyê li Mêrsînê dibe mêvanên maleka kurd. Ew mal gelekê qedrê wan digire. Ew jî ji kurdan hez dikin. Malbat straneka bi zimanê kurdî hînî wan dike. Ew jî dema diçin bajarên wek Antalyayê wê stranê dibêjin.

Her gav hinek kes tên wan disekinînin û ji wan re dibêjin “ev zimanê terorîstan e. Ev stranên terorîstan e! Nebêje an here!”

*Bi daxwaza wan me nasnameya tûrîstan diyar nekiriye. Ev jî nîşanek e ku turîst ditirsin şîretên li wan hatîn kirin bi navê xwe bibêjin.

2016-2020 yıllarında bianet Kurdî editörü olarak çalıştı. Serbest gazeteci olarak; Diyarbakır’da Middle East Eye, Al Jazeera International, Deutsche Welle, RT TV ve the New York Times için çalıştı. Kürt medyasında beş yıl Kurd1 TV, Evro Gazetesi, Waar TV ve Kurdistan24 televizyonunda haber editörü, köşe yazarı ve muhabir olarak çalıştı. Oxford Üniversitesi, Reuters Gazetecilik Çalışmaları Enstitüsü uluslarası gazetecilik yarışmasını kazanarak “fellowship” programı katılımcısı (2019) oldu. Program kapsamında Oxford Üniversitesi’nde yaz dönemi “dijital gazetecilik” eğitimi aldı. Belkî îşev binive(Belki bu gece uyur, Avesta Yayınları) öykü kitabının yazarı. Los Angeles, California Üniversitesi(UCLA)-KAES tarafından “en yaratıcı ve orjinal yazan genç yazar” (2012) Güneydoğu Gazeteciler Cemiyeti tarafından Kürtçe haber ve program dalında “yılın gazetecisi”(2014) ödüllerine layık görüldü.