MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Dr. Azad Bariş: "Ji ber gelek şaşiyên stratejîk û taktik, hêviyên beriya hilbijartinê hatin berhewakirin" - Atölye BİA

Dr. Azad Bariş: “Ji ber gelek şaşiyên stratejîk û taktik, hêviyên beriya hilbijartinê hatin berhewakirin”

26 Haziran 2023
Okuma Süresi: 11 dk
Azad Bariş: "Eger di hilbijartina herêmî de jî desthilatî cardin bi ser bikeve, şaredariyên bajarên mezin cardin bi dest bixe û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bike wê demê wê şikestineke mezin ji bo mixalefetê çêbibe."

Encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulana 2023yan weke bendewariyên beriya hilbijartinê nebûn. Bendewarî ew bû ku AKP li Parlamentoyê lawaz bibe û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan têk biçe.

Encama ku derket holê, ev bawerî serobino kir. Partiyên ku di hilbijartinên 14-28ê Gulanê de bi ser neketin, bi daxwaza guhertinê re mijûl in. Ev hemû geşedan ji me re çi dibêjin? Pêşerojeke çawa li benda mûxalefeta civakî ye?

Dîrektorê Spectrum House-ê û civaknas Azad Barişî derbarê van mijaran de bersiva pirsên bianet kurdiyê da.

Li Tirkiyeyê di navbera 14 û 28ê Gulanê de du hilbijartin pêk hatin. Beriya hilbijartinan li qadê jî, di encamên anketan de jî Kiliçdaroglû gelek caran li pêş xuya dikir. Mixalefet li bendê bu ku vê carê AKP wê têk biçe û Kemal Kiliçdaroglû wê bibe Serokomar. Lê di encamê de ev nebû û desthilata Recep Tayîp Erdogan û AKPyê wê 5 salên din dewam bike. Ew rewşa beriya hilbijartinê derketibû holê û encam çima hev negirtin? Gelo atmosfereke çêkirî ango sûnî bû ya ku beriya hilbijartinê derketibû holê?

Hilbijartinên 14-28ê Gulanê di serê sedsala 2yemîn a Tirkiyeyê de hilbijartineke esas bû û roleke wê ya damezirîner hebû di siyaseta nû ya Tirkiyeyê de. Hem desthilatiya AKP-MHPyê, hem jî mixalefetê, wateyeke dîrokî li hilbijartinên 14-28ê Gulanê bar kiribûn û li gorî wê jî stratejî, vîzyon û mîsyonên xwe diyar kiribûn. Belê bi rastî jî ew hilbijartin di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de hilbijartineke dîrokî bû. Li aliyekî eniya desthilatiyê ku AKP serpereştiya wê dike, 22 sal bûn Tirkiye bi rê ve dibir û di gelek mijaran de xisarên siyasî, civakî û aborî derxistibûn meydanê. Li aliyê din jî eniyeke mixalefetê hebû ku hewl dida desthilatiyê bi dest bixe. Di nav van hevsengên siyasî û hêviyên guherina desthilatiyê de hilbijartin pêk hatin.

Belê, beriya hilbijartinan hem li qadê hem jî di platformên medyaya civakî de bayekî wisa hebû ku her kesî hêvî dikir qey desthilatî wê biguhere. Di anketan de, di lêkolîn û xebatên qadê de gelek encamên curbicur hebûn ku nîşan didan qey wê desthilatî biguhere û eniya mixalefetê û namzedê wê Kiliçdaroglu wê bibe serokkomar.

“Tenê xebatên lêkolînê û anket ne pîvan in”

Di serî de ez dixwazim balê bikişînim ser xalekê. Bi rastî ji bo fehmkirina dînamîkên siyasî û civakî tenê xebatên lêkolînê, anket anku bayê li platformên medyaya civakî nikarin bibin pîvan û bingeh. Di wan xebatan de gelek tiştên manîpulatîf jî hene. Di vê hilbijartinê de jî ew îluzyon bi awayekî aşkera xuya bû. Ev îluzyon hem di warê arîtmetîka parlamenê de hem jî di hilbijartina serokkomariyê de diyar bû. Wisa dihat çaverêkirin ku mixalefet dê li parlamenê di warê arîtmetîkê de bi ser bikeve û Kiliçdaroglu jî wê bibe serokkomarê nû yê Tirkiyeyê.

Me jî li ser van mijaran gelek lêkolîn û xebat kirin û me hewl da meyla civakî, dînamîkên siyasî yên Tirkiyeyê fehm bikin. Di encamên xebat û lêkolînên xwe de jî me dît ku namzedê herî qels/hejar ê mixalefetê Kemal Kiliçdaroglu bû. Gelek dezavantajên wî hebûn. Bi taybetî rizamendiya civaka Tirkan ji bo Kiliçdaroglu tunebû, konsensûsek tunebû. Civakê ve-guherînek dixwest lê xuya bû ku Kiliçdaroglu nikaribû pêşengî û serpereştiya vê hêvî û daxwaza ve-guherînê bike. Erdogan jî ji nav namzedên mixalefetê herî zêde dixwest Kiliçdaroğlu bibe namzed. Ji bo wê jî ihtimala namzediya fîgurên polîtîk ên din bloke kir, mixalefet tenê mecbûrî Kiliçdaroglu hişt.

Bi rastî hêviyeke mezin a civakê hebû ji bo guhertina desthilatiyê, lê ji ber gelek şaşiyên stratejîk û taktik, ev hêvî hatin berhewakirin. Di vir de ji bo hemû aliyên mixalefetê mirov dikare behsa gelek şaşiyan bike. Lê di esasê de ew dînamîzma civakî ya ji bo guherînê nehat birêvebirin û desthilatî nehat guhertin.

“Li cihekî pergal têk biçe, gel zêdetir xwe dispêre otorîteyê”

Yek ji xalên herî zêde mixalefetê bal dikişand li ser, aborî û encamên erdhejê bû. Mixalefet, ji ber van sedeman çavlirê bû ku hikûmet dengên xwe gelekî kêm bike. Dema em li encamên hilbijartinê binêrin, van herdu sedeman çiqasî bandor li dengan kirine?

Belê, eniya desthilatê 22 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Di 22 salan de hin geşedanên civakî, aborî û siyasî çêbin jî, bi taybetî piştî sala 2015an di gelek waran de têkçûneke mezin çêbû. Nemaze rewşa aborî ya Tirkiyeyê gelek xerab bûye, di warê burokrasiyê û sazî û dezgehên dewletê de dekadanseke mezin, ruxandineke bingehîn heye. Hemû kod û şîfreyên siyasetê hatin guhertin, rejîm û pergala îdarî ya dewletê hat guhertin. Pergala nû, bergeheke nû ya siyasî, civakî, aborî û îdarî bi xwe re anî. Bi taybetî têkçûna pergala aborî û erdhejê hêviyeke wisa derxist meydanê ku qaşo wê desthilat biguhere. Pergaleke nû, birêvebirineke nû wê bê avakirin. Piştî erdhejê hêviya guherîna desthilatiyê gelek zêde bû, lê mixalefetê li ser vê pêvajoyê stratejiyeke esas ava nekir, mexdûrên erdhejê îqna nekir, ji bo dermankirina birînên wan nexşerê û plansaziyeke bingehîn ava nekir. Gel baweriya xwe bi proje û wehdên mixalefetê neanî û bi rêjeyeke mezin piştgiriya desthilatê kir.

Helbet di vê mijarê de hin dînamîkên dîtir jî hene ku divê qet neyên piştguhkirin. Tecrûbeya cîhanê di mijarên wiha de gelek tiştên kêrhatî nîşan dide. Di vê mijarê de ez dixwazim balê bikişînim ser xalekê. Eger civakek bi pirsgirêkên aborî re rûbirû bimîne, bi bobelatên wek erdhejê re rûbirû be, di warê aborî de têk biçe, bi taybetî “muhtac” be, “mexdûr” be, “têkçûyî” be, “xizan” be ew civak zêdetir dixwaze xwe bispêre hêzên desthilatdar, otokrat. Fîgurên otokrat ji bo wê civakê dibe hêmayeke xelasiyê anku rizgarker. Lomajî zêdetir xwe dispêre wê hêzê. Dînamîkên psîkoanalîtîk hene di vê nêzîkbûnê de. Têkiliyeke bi vî rengî di navbera wê civakê û pergala otokrat de çêdibe. Ji ber ku ew civak xelasiyê di otorîteyê, desthilatiyê û hêzê de dibîne û loma zêdetir xwe dispêre wê. Li Tirkiyeyê qebûleke wisa hebû ku digot “eger rewşa aborî têk biçe, erdhej pêk bê, an rewşên awarte çêbibe gel wê bertek nîşan bide û desthilatiyê biguherîne” lê ev ne rast e. Di rewşên awarte de dînamîk û meyla nêzîkkirina otorîteyê zêdetir dibe. Bi taybetî ji bo civaka Tirkiyeyê jî refleksek, bertekeke li dijî neheqî, newekhewiyê nîne, ji ber ku civak xelasiya xwe di nêzîkbûna desthilatî û otokrasiyê de dibîne. Em bînin bîra xwe; wextê ku erd hejiya, li her derê bangeke wiha dihat kirin: “Dewlet li ku ye”? Ev bangewazî di esasê de hem rexneyek bû ji bo sazî û dezgehên dewletê, hem jî ev bang di esasê de pêdiviya gel a bi dewletê; bi desthilatî û otokrasiyê nîşan dida.

Bi taybetî wextê li cihekî pergala aborî, civakî û siyasî têk biçe, gel, civak zêdetir dixwaze xwe bispêre otorîteyê. Ev qanûneke bingehîn e û dînamîkeke psîko-sosyal e ku divê em vê dînamîzmê piştguh nekin. Ji bo wê jî encamên hilbijartinê mirov di vê çarçoveyê de binirxîne wê ne şaş bibe. Encamên hilbijartinê yên li herêmên erdhejê ji Meletiyê heta Hatayê vê yekê bi awayekî zelal nîşan dide û piştrast dike.

“Kurdan tenê rola xwe ya ‘mifteyê’ wenda nekirin” 

Beriya hilbijartinê mijareke din hebû ku gelek li ser hate axivîn. Ew jî dengên kurdan bû. Beriya hilbijartinên konsensusek hebû ku HDP ango dengên kurdan wê di hilbijartinê de “mifte” be. HDPyê, ango polîtîkayên rêveberiya HDPyê bipêş xistin, li gorî vê bendewariyê ango rewşa objektif bû?

Ji hilbijartina 2015an vir ve dengê kurdan û temsîliyeta HDPyê di siyaseta Tirkiyeyê de hevsengeke nû bi xwe re anîbû. Bi taybetî 7ê Hezîrana 2015an bi dengê kurdan û rêjeya temsîliyeta HDPyê desthilatî hat guhertin. Dînamîzmeke nû derket meydanê û kurd û HDP bûn eniyeke din a hevsengên siyaseta Tirkiyeyê. Li aliyekî eniya desthilatê, li aliyê din eniya mixalefetê, li aliyekî din jî eniya HDPyê ku xwe wek rêya 3yemîn pênase dike heye. Ji ber wê yekê jî kurd û HDP beriya hilbijartinên 14-28ê Gulanê wek mifteyekê dihatin dîtin û wisa bûn jî,-niha jî dîsa wisa ne-… Di wê pêvajoya pêş-hilbijartinê de balanseke hesas hebû. Lê ji ber hin kêmasiyan ev fersend berhewa bû û encamên neyênî bi xwe re anîn.

Em bînin bîra xwe; HDPyê û kurdan di hilbijartinên herêmî yên 2019an de mohra xwe li encaman xistibûn. Bi stratejiya HDPyê li gelek bajaran şaredarî ji AKPyê stendin. Polîtîkaya HDPyê ew bû ku bi AKP-MHPyê bide wendakirin û di wê polîtîkayê de jî bi ser ket. Di warê psîkolojîk de derbeke giran li AKP-MHPyê xist. Ew hêz, dînamîzm û şiyana polîtîk a ji sala 2015an dest pê kir, paşê ji 2019an berdewam kir. Lê di vê hilbijartinê de berovajî bû. Kurdan û HDPyê ew hêza xwe ji bo bandorê li ser hevsengên siyasî bike bi kar neanîn û ji çembera polîtîk a Tirkiyeyê hinek dûr ketin.

Helbet gelek sedemên vê yekê hene lê ji ber dernexistin û diyarnekirina namzedê serokkomariyê, ji ber pêvajoya diyarkirina profîlên namzedan, ji ber birêvenebirina tifaq û pêkhateyan, ji ber avanekirina balanseke siyasî di navbera CHPyê û Kiliçdaroglu de, ji ber şaşî û kêmasiyên rêxistinî, ji ber qelsbûna kampanya û propagandaya hilbijartinê û helbet ji ber dûrketina ji hesasiyetan, pêvajo ne bi dilê kurdan û HDPyê encam da. Dîsa ji ber doza girtina HDPyê û ihtimala girtina HDPyê bi ser navê Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê û vê yekê jî kêmasiyên danasîn, berfirehbûn û rêxistinî bi xwe re anîn.

“Stratejiya rêya 3yemîn nehat çalakirin”

Ji ber van sedeman, HDPyê û kurdan di vê hilbijartinê de kampanyayeke qels meşand û rola kurdan, hêza kurdan a bazariyê derneket pêş. Kurd û HDP, di nav desthilatî û mixalefetê de bêbandor bûn, tesira wan a li ser hevsengên siyasetê hinek qels man. Helbet hilbijartin giring in lê têkoşîna maf û azadiyê ya kurdan tenê bi hilbijartinan, bi encamên hilbijartinan nikare bê sînorkirin.

Di vir de ez dixwazim balê bikişînim ser rêya 3yemîn ku ew xet kurdan û HDPyê wek hêzeke mistaqîl pênase dikir û nedihişt ku kurd di nava desthilatî û mixalefetê bên hêrandin, helandin. Ji ber ku ev stratejî nehat çalakirin, loma kurd êdî bûn parçeyekî mixalefetê. Heta em bînin bîra xwe, 3-4 roj beriya hilbijartina 28ê Gulanê, di nav mixalefetê de nîqaşek hate kirin ku wê siberojê bikaribin qeyûman li ser HDPyê û şaredariyên kurdan tayîn bikin. Di vir de kurdan tenê rola xwe ya “mifteyê” wenda nekirin, her wekî din hêza xwe ya siyasî û arîtmetîk jî şêlû kirin.

“CHP ji partiyekê wêdetire” 

Di pêş de wê hilbijartinên herêmî pêk bên. Çawa we jî got, beriya niha di hilbijartina herêmî de û niha jî di hilbijartina serokomariyê de HDP ango kurd ji bo “AKP têk biçe”, dengên xwe didan namzetên CHPyê. Dema bi çavê sosyolojiya hilbijartinan mirov li mijarê binêre, ev rewş ji bo partiyeke siyasî ne rîsk e?

Bêguman rîsk e û rîskeke mezin e. Wek me li jor jî diyar kir, “siyaseta têkbirina AKPyê” bi xwe re “serkeftinan” nayîne. Belê hevsengeke siyasî heye û pergala hilbijartinê ya Tirkiyeyê ya nû, di dawiya dawî de nîşandana helwesteke mutleq li ser partiyên siyasî û aliyan ferz dike. Lê ev yek di dawiya dawî de AKPyê têk bibe jî kurdan û HDPyê bi ser naxe. Di vir de gelek dînamîk hene û sedemên wan jî dîrokî ne. Hilbijartina 14-28ê Gulanê di vê mijarê de gelek dersan dihewîne. Bingeha siyasetê, armanca siyasetê, rol û mîsyona siyasetê li ser muzakareyan, li ser danûstandinan û li ser destkeftiyên polîtîk hatiye avakirin. Di helwesteke siyasî de wextê ku ew destkeftî û muzakere li ser dînamîkên siyasî neyên avakirin, wê demê li gorî sosyolojiya hilbijartinan ev yek bi xwe re rîskên mezin jî tîne.

Ji bo mijara CHPyê jî divê mirov çend tiştan bibêje: CHP damezirînerê Komara Tirkiyeyê ye. Temenê wê bi qasî dewleta tirkan e. Ji partiyekê wêdetir, danerê pergala serê sedsalê ye. Di hilbijartinên dawî de CHP bêyî wehd û sozên û peymanên misogerkirina mafên kurdan ên bingehîn ji kurdan deng stend. Helbet ev encam ji bo partiyeke siyasî di siberojê de jî xetereyan bi xwe re tîne. Em bînin bîra xwe; CHP îro jî ji bo naskirina mafên kurdan ên bingehîn, ji bo perwerdehiya zimanê dayikê, ji bo daxwazên kurdan hîn jî ne li ser xeteke “maqûl” e. Lê ji ber karakterê otorîter ê desthilatiyê, ji ber pergala hilbijartinê ya nû ya te mecbûr dihêle ku tu ji du aliyan yekê hilbijêrî, loma encameke wiha derket.

Şandina Erdogan, têkbirina desthilatiya wî di siyaseta Tirkiyeyê ya îro de ne polîtîkayeke şaş bû. Lê balansa CHPyê, di vê hilbijartinê de baş nehat kirin û encamên wê jî ne baş bûn. Ev têkilî ji hilbijartinên 2019an ta îro berdewam kir, kurdan ji bo têkbirina Erdogan piştgiriya CHPyê kirin lê CHPyê miqabilî wê siyasetek nemeşand, demokratîze nebû û li şûna wê jî teslîmî ÎYÎ Partî û hêzên kûr, faşîst û nijadperest bû. Helbet ev yek wê ji bo hilbijartinên siberojê bibe bingeh ku heman tişt neyê berdewamkirin.

“Têkçûna HDPyê ji bo kurdên ne HDPyî jî ne baş e” 

Ji bo hilbijartina herêmî, rêyeke çawa li ber HDPyê ango kurdan heye?

Di serî de ez dixwazim bînim ziman ku hilbijartin, parlamen, şaredarî, hilbijartinên herêmî ji bo kurdan giring in û parçeyekî têkoşîna kurdan e. Lê ne her tişt e an ne axiriyadewrê ye. Di nav kurdan de gelek dînamîk, hêz hene. Armancên curbicur ên wan hêzan hene. Ji bo wê jî dibe ku encamên curbicur ên van pêvajoyan derkevin. Lê kar, mîsyona siyasetê ew e ku wan dînamîzman fehm bike, li gorî wê adaptasyonên siyasî, rêxistinî pêk bîne. Berfireh bibe, bandora xwe zêdetir bike. Hilbijartina herêmî ji bo kurdan û têkiliyên wan ên navxweyî dikare bibe destpêkeke nû.

Hilbijartina herêmî wê hem ji bo desthilatiya AKP-MHPyê, hem ji bo mixalefetê hem jî ji bo kurdan û HDPyê gelek giring bibe. Desthilatiyê di hilbijartinên 14-28ê Gulanê de hem di warê arîtmetîkê de hem jî di warê psîkolojîk de avantajeke mezin bi dest xist. Her kes li bendê bû ku qaşo wê desthilatî biguhere lê wisa nebû û rûpeleke nû di siyaseta Tirkiyeyê de hat vekirin. Eger di hilbijartina herêmî de jî desthilatî cardin bi ser bikeve, şaredariyên bajarên mezin cardin bi dest bixe û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bike wê demê wê şikestineke mezin ji bo mixalefetê çêbibe.

Hilbijartinên herêmî ji bilî desthilatî û mixalefetê ji bo HDPyê û kurdan jî gelek giring e. Li ber kurdan û HDPyê du mijar hene. Yek, divê bi hêz, temsîliyet û rêjeyeke mezin rewşa hilbijartinên 14-28ê Gulanê berovajî bikin. Du, divê motîvasyoneke wisa bê avakirin, di nav gel de baweriyeke wisa çêbe ku hem gel biçe ser sandoqan û hem jî pê bawer bibe ku wê cardin qeyûm li şaredariyan neyên tayînkirin. Di vir de divê mirov li ser behsa qeyûman bisekine. Ji ber ku piştî du hilbijartinên herêmî yên dawî qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin, ev yek ji bo çûyîna ser sandoqan hin xetereyan bi xwe re tîne û motîvasyona dengdanê dişikîne. Eger kurd û HDP li ser vê yekê polîtîkayek an dîskorseke nû û karîger ava nekin wê demê dibe ku encamên nebaş jî derkevin.

Helbet divê em ji bîr nekin ku kurd bi taybetî civakeke polîtîk e. Tecrûbeya gelek salan heye ku dikare bi helwesta xwe hevsengên siyasî biguherîne, hilweşîne û cardin vesaz bike. Ji bo wê jî hilbijartina herêmî wê ji bo telafîkirina hilbijartinên 14-28ê Gulanê bibe momentek. Eger encamên wê serkeftî bin wê demê qonaxeke nû wê derkeve meydanê. Lê eger encamê ne baş bin, wê demê dê bandoreke nebaş bi xwe re bîne û xerabtir bibe. Ji bo wê jî divê kurd û HDP ji niha ve li ser hilbijartinên herêmî amadekariyên xwe baş bikin. Têkçûna HDPyê ne ji bo HDPyiyan, ji bo hemû kurdan, ji bo kurdên ne HDPyî jî ne baş e. Helbet rexne hene, hêvî û bendewarî hene, hesasiyet hene, lê divê kurd hilbijartinên herêmî li ser esasên hevpar ava bikin. Ligel hemû cudahiyên xwe, bikaribin di eniyekê de bên cem hevdu, tifaqekê ava bikin, yekrêziya xwe bi pêş bixin.

Siyaset Bilimi ve Uluslararası İlişkiler bölümü mezunu. Hak temelli çalışan birçok sivil toplum örgütünde örgüt yönetimi, sosyal politika, hak savunuculuğu ve insan hakları temalarında çalışmalar yürüttü. Kasım – Aralık 2021 dönemi bianet Kurdî stajyeri. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.