Bûkên Kurdan
Hin pirtûk rastî hin deman tên û mirov ne dikare bidomîne ne jî dikare dev ji wan berde. Lew cîhek taybet digrin di jiyana mirovan de. Dibin şahidê wan rojên mirovan, dibin dost, dibin perçeyek ji canê mirovan… Pirtûka Mehmed Oncu ya bi navê “Şihîna Hespan” (J&J) jî ji bo min pirtûkek wiha bû. Min bi kêfxweşiyek mezin dest pê kiribû, bi leza çargavî xwendibû. Lê ji ber ku ber bi dawiya wê ve rastê derba mirinê, rastê çûyîna ezîza ber dilan hatibûm; ew pirtûk li min bû bû bar, li min bû birîn û girîn… Teva ku min bi kêfxweşî dest pê kiribû, dema xilas bû, ji pelên payîzê zertir bûm! Bi zorê jê sax filîtim, lê sûc ne ya wê, ya mirinê bû.
Îja pirtûka Rêzdar Sedat Ulugana ya bi navê “Ağrı İsyanında İstanbullu Bir Kadın” ( Dîpnot) jî wanî bû. Min bi kelecan û motîvasyon dest pê kir, lê ji êrîşa vîrûsan bigre heta nizanim a çi, tiştek ku nehat serê min nema. Loma jî ez niha ne wek ew kesa me ku bi dilgeşî dest bi pirtûkê kiribû. Lê wek kesek din be jî dîsa dixwazim çend tiştan bêjim li ser vê pirtûkê, li ser vê bûka kurdan…
Her wiha vê pirtûkê, pirtûka Helene Krulicha bi navê “Kürt Ülkesinde Avrupalı Bir Kadın” (Avesta) jî anî bîra min. Ew jî behsa “bûkek kurdan” dike, jinek ku tew ji Pragê bi pey evîna xwe û A. Qasimlo dikeve û heta piştî şehadeta wî jî tim li gel wî û doza wî ye. Yanî teva ku di navbeyna herdû jinan û herdû berxwedan û serhildanan de ferq û demên mezin hene û aweyên nivîsandina wan cuda ye jî (çimkî ya Helenê ne rojnivîska rojên berxwedanê ye, piştî pakrewantiya Qasimloyê nemir nivîsiye) ew herdu jin di şexsê xwendina min a ji hev dûr de (min ya Helenê dozdeh sal berê li zîndanê xwendibû) jî ketin milên hev, li pey evîndarên xwe li çol û çiyan geriyan. Xeyalên xwe yên şikestî li ser pişta hespê kurdîtiya serbilind bicîh kirin û qet li pey xwe nenihêrîn.
Herçî Yaşar Xanim e, heyraniya wê ya ji bo evîndarê wê pir bala mirovan dikşîne û Generalê Cesaretê, carek din, bi behskirina wê, wek şêrek li dil û bîra mirov ji xwe re hêlîn çê dike. Min got Generalê Cesaretê, bi rastî jî ji rojên li Stenbolê bigre heta rojên dawî, bi zanatî û cesareta xwe ne tenê li vî welatê bêbext, li dinyayê û demê jî hilnayê û bahozan li ser bahozan radike.
Pirtûka ku bi pênûsa bîranînên Yaşar Xanimê ya demên zor rê nîşanê mirov dide, hem şahid e hem jî mirov dike şahid. Piştî demekê êdî mirov hem pênûs e, hem kaxiz e, hem Glîdax e, hem dûrî ye. Hem hesasiyet, hem çelengî, hem ew dem, hem niha, hem yekîtî, hem tenêtî, hem gihîştin hem dûrketin, hem sînor hem bêsînorî, hem hesp, hem kulîlk, hem çek hem jî dil e. Mirov bi wan û her tiştê wan re mil bi mil e.
Min a ku nû dest pê kiribû, ji bo wan li vê nivîsê bi cîh bike, li gelek rûpelan îşaret danîbû, lê ji ber sedemên ku min di serê nivîsê de got, niha nepêkan e. Bes bawer dikim ku dê ev pirtûka me û wan digihîne hev; her li bîr û jîna me bimîne û tenêmayîn û serfîraziya bûkên kurdan li ser desmalek nexşandî, bi bayê Agiriyê re bişîne wî aliyê sînor. Erê, bûkên kurdan, wan herdu jinên dûrhatî û nema çûyî… Wan jinên ku bi evînê, ne tenê malbat û nasnama xwe, lê dinya xwe jî guhertin û nema vegeriyan.
Dest xweş nivîskarê hêja Sedat Ulugana! Em dilrehet û şanaz in ku dîroka me ya bi rûmet û şeref, xwe wiha emanetî destên te dike, tu jî wê, emanetî me dikî.
Ji qewlê kal û pîrên me ve; Emanet…emanet! Heta dawiyê emanet!