MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Bazara Jinan a Jiyanê : "Ev der berê herî bû, niha her tişt xweş bû, mêr hatin" - Atölye BİA
Kadın
12 Aralık 2022
Kadın
12 Aralık 2022

Bazara Jinan a Jiyanê : “Ev der berê herî bû, niha her tişt xweş bû, mêr hatin”

Okuma Süresi: < 1 dk
Bazarvan Guler Denîzê diyar kir ku 212 jin li vê bazarê hene lê niha mêr jî xistine nava wan û hejmar bûye 350 kes û ev jî dibe sedem ku sedî 80ê zirarê bikin.

Şaredariya Rezanê ya Amedê di sala 2013an de Bazara Jinan a Jiyanê vekir. Li vê bazarê jinan kelûpel, fêkî difirotin. 2 sal berê kayûmê ku li Şaredariya Rezanê hatiye erkdarkirin, bazarvanên mêr jî tev li bazara jinan kir. Niha jî kayûmî ji bo mêr rojên pêncşeman di nava bazara jinan de firotinê bikin, biryarek daye. Jinên ku li vê bazarê kar dikin, ev demeke li dijî vê rewşê di nava liv û tevgerê de ne. Li beramberî vê biryarê derdikevin û çalakiyan li dar dixin.

Bazarvan Guler Denîz û Murvet Demîr jî ji wan jinan e. Denîz û Demîr li dijî vê biryarê daxwazên jinan û bertekên wan anîn ziman. Bazarvan Guler Denîzê diyar kir ku 212 jin li vê bazarê hene lê niha mêr jî xistine nava wan û hejmar bûye 350 kes û ev jî dibe sedem ku sedî 80ê zirarê bikin. Murvet Demîrê jî diyar kir ku, şaredariyê rê li ber wan vekiriye û got, “Ev der berê herî bû, niha her tişt xweş bû, mêr hatin.”

Gaziantep Üniversitesi Sosyoloji Bölümü mezunu. Daha önce çocuk ve kadın alanında sivil toplum örgütlerinde profesyonel ve gönüllü çalıştı. Mayıs – Haziran 2022 dönem bianet kurdî stajyeri.