Nasnameya şewqeyî
Şewqe êdî ne şewqe ye! Al e, awaz e, peyam û berxwedan e. Şewqe êdî ne lal e. Digere, dibêje. Li ber deriyê zîndanê, li benda xwediyê xwe dimîne. Şewqe êdî bêsebr e, bêhnteng e. Li bendewariya xwediyê xwe yê serbela dibe agir û pêtek ji derê aqila…
Şewqe way li wir e, li ser rêya gihîştinê bêsebr û dil bikul e. Li serê jinekê bicîh bûye şewqe. Dizane ku cîhê wî serwext û saxlem e. Li wir destê xwe dihejîne, li ber deriyê zîndanê. Ne ji zîndanê şerm dike şewqe, ne ji mirinê ditirse, ne dixwaze li hember zorahiyan serî bitewîne. Şewqe ye ew. Şewqeyê kurdan… Dizane ku her şewqe li xwediyê/a xwe diçe. Hinek ji wan stûxwar, hinek ji wan stû ji polan e. Hinek ji wan parsek, hinek ji wan heta bêjî ji her tiştî bêminet…Şewqe dewama doza xwediyên xwe ne. Yên serên nizm tim li erdê ne, lê yên serbilindan her li ber bageran e.
Ha way şewqeyê me xwuya bû! Şewqeyê me ye ev. Em wî li ku bibînin jî nas dikin, li ku nebînin jî. Kurd e lewre ev şewqe. Me hay ji her dek û dolabê heye, ji her kemîn û zexeliyê.. Em û şewqe hev nas dikin, di rojên zor û bêxwedî de ji hev fêm dikin. Ew li benda kê ye, em jî li benda wî ne. Ew bi kê bawer e, em jî pê bawer in. Çimkî şewqe dizane, bi xwediyê xwe re çav ji ti bahozî neşkandiye, ji nêv dilê her agirî derbas bûye.
Ku em bêjin;
Şewqeyê min î tu
Bi te derbas bûm ji tevî belayan
Şewqeyê min..
Şewqeyê min î tu
Tu dizanî ez çiqas netirsiyam
Tu yî şahidê her tiştê min
Dema tirs û mirin barî li derdorê jî
Em herdû pevre li wir bûn
Ti car nerevîn
Şewqeyê min î tu
Tenê ez û tu dizanin ku
Em çawa derbas bûn ji kemînan..
Şewqeyê min î tu
Ji bageran bo min emanet mayî
Di rojên bêroj de her
Li ser serê min dimînî..
Ku em ji vê şewqeyê kurdan re wiha bêjin dê rast be ne, dê dîrok me derewçîn dernexîne. Lew me got, ger xwedî kesek awarte û xezebderbas be, şewqe jî welê dibe. Loma jî şewqeyê tirsonek û bê xîretan hew şewqeyê tirsonektî û bêxîretiyê ye, lê ya şêran wek wan şêr e. Çimkî qerekterê xwedî çibe, yê şewqeyan jî ew e .Ne mumkun e ku şewqêyê Apê Mûsa û Harpagos û yê Hîtler û Che Guewara eynî bin. Ne mumkun e ku ev şewqe û yê xwefiroşekî eynî be. Tew şewqeyên wan reben in jî, çimkî xwediyên wan nakin biqasê siya şewqekî jî. Lê dîsa jî ew wan şewqeyên reben li dû xwe û bêrûmetiya xwe dikişkişînin.
Bes ev şewqe, ev şewqeyê li ber derê girtîgehê sîpergirtî, heta bêjî serbilind û wêrek e. Çend sed gulleyên nemerd li Şengalê û li derên din li dora wê zivirîne, tenê ew dizane. Lê nabêje, fortan nake. Ev şewqe, ew şewqe ye lewre, yê şêrê welatê xwe, Evdirehmanê kurd e. Çendî şêrîn, çendî nûhatî ye. Xwedê dizane ku van heyvên borî çawa derbas kiriye? Tew me qet nedizanî ku ew jî bi me re li benda wî ye. Çi kir gelo tik û tenê? Çimkî îro me dît ku şewqe jî bêrî dike û bi hesretek bêhnnêrgiz li benda gihîştinê dimîne.. Her wiha me dît ku ev şewqe, dipirse jî; ser û şewqên we di çi halî de ne? Ser çiqas bilind, şewqe ewqas şewqe ne û bes hingê şewq didin, bes hingê şewqe dibe şewq!
Bila êdî bê xwedî nemîne ev şewqe.