MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Namzeta YSPyê Zeynep Oduncu: “Ji bo nasnameya kurdan di fermiyetê de bê naskirin em ê kar bikin" - Atölye BİA

Namzeta YSPyê Zeynep Oduncu: “Ji bo nasnameya kurdan di fermiyetê de bê naskirin em ê kar bikin”

8 Mayıs 2023
Okuma Süresi: 2 dk
Namzeta Parlamenteriyê ya Elihê ya Partiya Çep a Kesk Zeynep Oduncuyî diyar kir ku, mijara wan a sereke “naskirina nasnameya kurdan ya di Qanûna Bingehîn de ye.”

082Li Êlihê partiyên siyasî ji bo 5 namzetan di pêşbirka hilbijartina 14ê Gulanê de ne. Çend roj mane ji hilbijartinê re û namzet jî li gorî vê demê xebatên xwe hûr û kûrtir dimeşînin.

Di hilbijartina parlamenteriyê ya 2018an de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji parlamenter derxistibûn û ew şandibûn Parlamentoyê. Ji bo hilbijartina 14ê Gulanê

Keskîn Bayındır, Zeynep Oduncu, Mehmet Ruşti Tiryaki, Nurten Ertugrul û Ekrem Baran namzetên Partiya Çep a Kesk e. Yek ji van namzetan Zeynep Oduncuyê, ji bianet kurdiyê re behsa hedef û armancên xwe kir ku dema bibe parlamenter wê pêk bîne.

Oduncu di sala 2014an a li ser navê HDPyê ketibû hilbijartina herêmî û bûbû Hevşaredara Kercewsê. Lê di sala 2016an de Wezareta Karûbarên Navxweyî kayûm şandibû li ser şaredariyê û Oduncu ji kar dûr xistibû.

“Gel dixwaze ku nasnameya kurdan bila edî neye nîqaşkirin”

Namzeta Parlementeriyê ya Elihê Zeynep Oduncuyê bal kişand li ser daxwaza gele kurd a wekhevî, edalet û nasnemayê: “Di nava gel de tiştê herî ku bala min dikşîne îradeya gel e. Gel êdî azadî, wekhevî, edalet û nasnameya xwe dixwaze. Gel dixwaze ku ev çar xal bila edî neyên nîqaşkirin. Di nava gelê kurd de hê jî mijara sereke demokrasî ye. Lê qeyrena aboriyê jî gelek bandorê li ser gel kiriye. Di nava gel de gelek tengasî hene. Lê di nava ewqas neyîniyê de gel daxwaza aştî, azadî û nasnemeya xwe kurdî dike. Êdî bila di fermiyetê de kurd bên naskirin.”

“Armanca me pêkhatina wekhevî û edaletê ye”

Zeynep Oduncuyê got, “Em gava ku biçin meclisê ji bo ku di Qanûna Bingehîn de demokrasi, wekhevî, û edaletê pêk bê û nasnameya kurdan di fermîyetê de bê naskirin em ê kar û xebatan bikin. Ev xebat tenê ne ji bo gele kurd e. Ev xebat ji bo hemû gelên cuda û olên cuda pewîst e.”

Oduncuyê her weha diyar kir ku ew ê ji bo mafên jinan jî kar bike û bal kişand li ser dema tayînkirina kayûman:

“Jin her tim li vî welatî, li gelek qadan nayên dîtin û xebatên wan tune tê hesibandin. Me mînaka şênber di sala2016an de dît ku kayûman gelek sazî girtin lê herî zêde êrîşî saziyên jinan kirin. Jin ji bo di nava civakê de, di warê aboriyê pêş bikevin plansaziyên me hene. Armanca me ew e ku îrade gel bê naskirin û ev desthilatdar têk biçe.”

Derbarê Zeynep Oduncuyê de

Di sala 1978an de li navçeya Kercewsê ya Elihê jidayik bûye. Dibistana destpêkê û amadeyî li Kercewsê xwendiye.  Piştî zanîngeh qedandiye, di şirketetên taybet de weke rêveber kar kiriye. Di sala 2014an de li Şaredariya Kercewsê weke hevserok hatiye hilbijartin. Lê di sala 2016an de ji ber tayînkirina kayûm ew ji kar hatiye dûrxistin.

Gaziantep Üniversitesi Sosyoloji Bölümü mezunu. Daha önce çocuk ve kadın alanında sivil toplum örgütlerinde profesyonel ve gönüllü çalıştı. Mayıs – Haziran 2022 dönem bianet kurdî stajyeri.