MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
"Masîgirî dibe kurm û dikeve canê mirovan" - Atölye BİA
Yaşam
7 Haziran 2021
Yaşam
7 Haziran 2021

“Masîgirî dibe kurm û dikeve canê mirovan”

Okuma Süresi: 4 dk
Masîgirekî ji min re got: "Adeta masîgiriyê dibe kurm û dikeve canê mirov. Min bêriya behrê dikir. Lê cardin jî min xwe wiha qanih dikir ku di vê heyamê de ez ê xwe rehet bikim. Va cardin jî ez û behrê em gîhan hev."

Her roja ku ez li ber peravên behrê spora xwe dikim rastî wan têm û min dil hebû ku rojekê bi wan re biaxivim û çîroka wan binivîsim. Îro dema min spora xwe qedand, ez ber bi wan ve çûm.

Min silav li yekî ji wan kir ku şewqa wî di destê wî de bû. Dema min silav lê kir, ber bi min ve hat û got “Kerem bike.”

Min jê re got ez dixwazim nûçeyekê li ser çîroka masîgiran çêbikim. Destûra te hebe, ez ê çend pirsan li te bikim?

Ev kesê ku navê wî Mistefa ye û 43 salî ye maskeya wî li ber dev ji min re got ku “Çima na?” û min pirsên xwe li kirin.

Min jê pirsî, “Di navbera we û behrê de girêdaneke geleke xurt heye. Gelo karantînayê bandoreke çawa li we kir?”

“Masîgirî hînî sebrê dike”

Wî got: “Adeta masîgiriyê dibe kurm û dikeve canê mirov. Min bêriya behrê dikir. Lê cardin jî min xwe wiha qanih dikir ku di vê heyamê de ez ê xwe rehet bikim. Va cardin jî ez û behrê em gîhan hev.”

Min pirsên xwe dewam kirin û got “Gelo ew çend saetan li ser behrê vî karî dike?”

Wî wiha bersivan: “Saetên ku em li vir dimînin diguhere. Carna em saetên dirêj dimînin. Carna jî em ji bo demeke kurt dimînin. Masîgirtin ji bo me hobiyeke. Carna em bextewar in. Em pir nêçîrê dikin. Carna jî em bextewar nînin. Lê ez di her ji her du rewşan jî razî me. Masîgirî ji her tiştî bêtir mirovan hînî sebrê dike.”

“Pisîk şirîkên me ne”

Dema masîgir dest bi karên xwe dikin gelek caran em dibînin ku pisîk tên dora wan û li qismeta xwe digerin. Min ji Mistefayî pirsî, ka bê navbera wî û pisîkan çawa ye? Wî got: “Ez ji pisîkan hez nakim. Ez bêhtir ji kûçikan hez dikim. Lê ev nayê wê wateyê ku ez wan têr nakim. Ez teyran jî têr dikim, pisîkan jî têr dikim. Ew şirîkên me ne li ser vê axê. Em li ser vê gerstêrkê bi tenê najîn.”

Behr ji bo Mistefayî tê wateya evîniyê, bêhnvedan û nûkirina enerjiyê.

“Werin ser behrê û masiyan bigirin”

Min xatirê xwe jê xwest û berê xwe da masîgirekî din. Masîgirekî ku şewqa wî di nava behrê de û navê wî Mûrat e ji min re got ku “Evîna masîgiriyê li bal min tiştekî gelekî mezin e û her ku derfeta min hebe û ez xwe vala dibînim, ez têm.”

Mûratê ku 46 salî ye, bêyî şewqa xwe ji nava avê derxe û ji destê xwe berde wisa dewam kir: “Heta ku ez ji dost û hevalên xwe re dibêjim, li şûna ku hûn li qehweyan rûnên û dixana cixareyan bêhna we biçikîne, werin ser behrê û masiyan bigirin.

Min jê pirsî, “Gelo behr ji bo te tê çi wateyê?”. Wî yekser li min vegerand û got “Ka hela tu ji min re bibêjî ji bo te tê çi wateyê?”.

Min jê re got, “Du hestên cida bi min re çêdibin. Ez jê hez dikim ku bêhna min pê fireh dibe. Û ez jê hez nakim, wexta tê bîra min ku gelek ji miletê min tê de mirine.”

Li ser vê gotina min wî jî wiha bersiv da: “Penaberên ku tên û dixwazin herin, divê ji Behra Reş derbas bibin. Ê ku bi rêyên yasayî neçin helbet wê behr wan bifetisîne. Ez ji bo wan gelekî xemgîn im.”

Masîgirên jin

Mûrat carna serê sibê tê, heta saetên êvarê dimîne. Wî got ku ji bo vî karî wexteke diyar nîne.

Ev gotina wî gotineke ispaniyan anî bîra min. Ew wisa dibêjin: “Di nêçîrê de jî wek di evîniyê de ye, dema ku em dixwazin em destpê dikin û dema ku em dikarin em disekinin.”

Wî ji min re got ku “Gelek jin hene li vir masiyan digirin. Tu jî şewqekê ji xwe re bikire û were li vir masiyan bigire.”

Dema wî ev tişt got, min berê xwe da masîgireke jin.

Jina 28 salî nexwest navê xwe ji min re bibêje. Ew saet di 4ê sibehê de berê xwe dide ser behrê û heta êvarê dimîne. Dema min pirsên xwe arasteyî wê kir zîvirî xortê tenişta xwe û gotê, “Te dît, masiyan êmê me xwar û çûn.”

Ji ber vê rewşê bala wê zêde ne li ser min bû. Ewa ku zêde nedixwest biaxive, li ser pirsa min a ku min got, “Behr ji bo te tê çi wateyê?” wiha bersiv da: “Hêza Xwedê ye.”

Masîgir di vê demê de istavrît û sardalyeyan digirin û her sê masîgiran jî ji min re got ku dema çêlikên masiyan digirin, ew yekser wan li behrê vedigerînin.

Yazar, çevirmen, eğitmen. Fransız Dili ve Edebiyatı mezunu. 10 yıl Fransızca öğretmenliği yaptı. 2012 yılından bu yana İstanbul’da yaşıyor. Atölye BİA 20-28 Şubat 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.