MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
“Li Tirkiyeyê li gorî siyasetmedaran nezîkatîya li hemberî me tê guhartin” - Atölye BİA
Göç
26 Aralık 2022
Göç
26 Aralık 2022

“Li Tirkiyeyê li gorî siyasetmedaran nezîkatîya li hemberî me tê guhartin”

Okuma Süresi: 4 dk
Fatma ya ku ji sala di 2015an ve li Amedê penabere diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî me pir zehmet e û got, “Ez wek penaberek, wek jinek û wek dayîkek her tim bi zor û zehmetiyan re rû bî rû dimînim.”

Rêjeya kesên ji ber şer, tundkarî û çewisandinê bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne li seranserê cîhanê gihîştiye asta herî zêde. Tirkiye li cîhanê yek ji welatê ku herî zêde mazûvaniya penaberan dike ye. Li Tirkiyeyê nêzîkî 3,6 milyon penaberên Sûriyeyê dijî. Ji vê hejmarê 21 hezar û 588 kes li Amedê dijî.

Fatma jî yek ji wan penaberane ku ji sala 2015an ve li Amedê dijî.

Fatma ya ku 33 salî ye di 15ê Tîrmeha 2015an de bi du zarok û malbata hevjînê xwe re ji sînor derbasî bajarê Amedê dibe. Fatmayê qala zor û zehmetiyên wê demê ji bîanetê re kir û wiha got;

“Em li Heleba Sûriyê diman. Şerê di 2011an de yekemÎn bandorê bajarên Dare, Humus û Şamê kir. Helep di dawiya sala 2012an de ket bin bandora şerê Sûriyeyê. Ez bi zarokên xwe û bi malbata hevjînê xwe re hatim Efrînê.”

‘Li Efrînê hefteyê carekê av hebû’

Fatma ji ber ku malbata wê li Efrînê dijî diçe wir, lê li wê derê jî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Fatmayê axaftina xwe wiha berdewam kir; “4 salên ku em li Efrînê man gelek zehmet bû. Elektrîk her tim qut dibû û av heftê carekê dihat û arvan tunebû. Ji ber ku çûna me ya Helebê ji bo hevjînê min gelek bi pirsgirêk bû me jî biryara xwe ji bo hatina Amedê dan. Hevjînê min di sala 2015an de hefteyek beriya min bi qaçaxî ji sînor derbasî Tirkiyeyê bû. Wê demê ji sînor hatina Tirkiyeyê ewqas ne zehmet bû. Hevjînê min ji ber ku meta wê li Amedê ye yekser tê vê dere û li Amedê di xwaringehekê de kar dibîne. Piştî hefteyekê din ez û du zarokên xwe û malbata hevjînê xwe ji sînor derbasî Tikiyeyê bûn. Ji sînor hatina me gelek zehmet bû. Ji bo ku li ser sînor winda nebin min cil û bergên rengan li zarokên xwe kirin.”

Fatmayê destnîşan kir ku Amed wek bajarekê Helep û Efrînê ye û ji ber vê yekê hinbûna wan gelek hêsan bû û wiha domand; “Zimanê me kurdî ye û çanda bajar gelek dişibe Haleb û Efrînê. Lê di nava tiştên ewqas hevpar de jî me gelek xwe bîyanî hîs kir. Salên ku em hatin Amedê şerê Suriyeyê destpê kir. Em ji şerê Suriyeyê derketin, rûbirûyê şerê Sûra Amedê bûn. Em neçar man û çûn Stenbolê.  Lê Stenbolê ji ber aliyê aboriyê encax em 3 meh û nîv man. Paşê em vegeriyan Amedê.”

 ‘Gava ku ez diçim kar bi çavekî din li min dinêrin’

“Nêzîkatiya ku li hemberî me pir zehmet e. Ez wek penaberek, wek jinek û dayîkek her tim bi zor û zehmetiyan re rû bî rû dimînim. Jiyana li vir pir zehmet bû ji ber vê yekê ez jî neçar bûm ku bixebitim. Hevjîna min serê sibê saet di 5an de diçû kar û heta 8ê êvarê dixebitî. Ez jî serê sibê di saet 7an de diçûm xwaringehê û êvarê di saet 8an de ji kar derdiketim. Di saetên ku em li ser kar bûn, min zarokên xwe li malê digirt û diçûm. Ez pir ditirsiyam ku kesek zirarê bide wan. Gava ku ez ji şevexê ji mal derdiketim wek ku ez diçim karekî din li min dinêrtin. Ez li xwaringehekî dixebitîm û musteriyên li wir gava ku hindubûn ku ez Surî me teklifên kirêş danîn ziman. Ji ber ku ez xwe biparêzim min bi kêrê diçûm kar.”

‘Hemû kes difikire ku em her tiştî beleş distînin’

Fatmayê anî ziman ku di nava civatê de agahiyên şaş hene û wiha got; “Cîranên min her tim li deriyê min dixin û ji min derman dixwazin. Ew difikirin ku ez dermanan belaş distînim. Ji ber ku ew bawer nakin ez reçeteya dermanê ku min kirîne nîşanî cîranên xwe didim. Zaroka min bi astim ê. Loma li di mala me de gelek derman hene. Baweriyek heye ku em her meh meaş distînin. Di malbatê de her serê kesekî 155 TL ye. Ew jî şert û mercên wan hene. Hewcêye ku destûra wan xebatê tune be, cihê rûniştina xwe naguherînin, endamekî malbatê li derveyî welat nebe û dema ku zarok dibin 18 salî pere tê qut kirin. Ev jî dibe sedema ku em erzan û bê sîgorta dixebitin. Ev meaş jî ne dewlet Neteweyên Yekbûyî didin.”

“Li gorî gotinên siyasetmendaran nezîkatî tê guhartin”

Fatmayê herî dawî weha got; “Hevdîtina Putîn, Esad û Erdogan me ditirsîne. Li Suriyeyê hê jî şer bi dawî nebuye. Hevjînê min niha 40 salî ye û di sala 2003an de leşkeriya xwe kiriye. Le gava ku me bişînin Suriyeyê wê carekê din leşkerîyê bike lê xizmeta leşkeriyê ne diyar e. Li Tirkiyeyê li gorî siyasetmendaran nezîkatî ya ku li hemberî me tê guhartin. Di peyva penaber de gelek êş heye. Hûn di warê tenduristî, perwerde û jiyana civakî de gelek zehmetiyan dikişînin. Lê di nava hewqas zehmetiyan de jî ez xwe weka jineke çeleng pênase dikim.”

*Ji ber ku penaberê nexwestiyê navê wê yê rast were bikaranîn, navê ku di nûçeyê de hatiye bikaranîn rast nîne