MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Li Bazarcixê hilbijêran di konteyniran de dengên xwe dan - Atölye BİA

Li Bazarcixê hilbijêran di konteyniran de dengên xwe dan

14 Mayıs 2023
Okuma Süresi: 2 dk
Li Bazarcixê welatiyan li konteyniran dengên xwe bi kar anîn. Li ber konteyniran, ku her yek ji wan sindoqek tê de hebû, li baxçeyê dibistanê rêzên dirêj çêbûn. Li derdora dibistanê trafîkeke zêde ya wesayitan hebû.

Welatiyên navçeya Bazarcixa Mereşê ya ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû, ji ber ku dibistanên wan xera bûn, di konteynirê de dengên xwe dan.

Welatî serê sibê hatin Dibistana Seretayî ya Gaziyê, piştî ku navên xwe yên di lîsteyên hilbijêran de kontrol kirin, kaxizên xwe yên mohrkirî avêtin sindoqên ku qeydên wan lê hebûn.

Niştecihên Bazarcixê li gel şert û mercên zehmet jî eleqeyeke mezin nîşanî pêvajoya dengdanê dan.

Li ber konteyniran, ku her yek ji wan sindoqek tê de hebû, li baxçeyê dibistanê rêzên dirêj çêbûn. Li derdora dibistanê trafîkeke zêde ya wesayitan hebû. Hin hilbijêr bi zarokên xwe re hatin dengdanê.

Her çend di dema dengdanê de hin caran alozî derket jî, pêvajoya dengdanê bi aramî derbas bû.

Li Bazarcixê di hilbijartina giştî ya sala 2018an de AKPyê ji sedî 40,3, CHPyê jî ji sedî 25,1ê dengan bidest xistibû. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî di hilbijartia Serokomariyê ya sala 2018an da ji sedî 51,85, namzedê CHPyê Muharrem Înce jî ji sedî 37,20ê dengan sitandibû.

Di hilbijartinên vê carê de beşeke mezin hilbijêrên Bazarcixê yên li konteyneran dimînin, bertek nîşanî hikûmetê dan.

“Em dixwazin aborî baş bibe”

Ji navçeya ku Elewî bi giranî lê dijîn Hamît Akkoçî got, “Weke elewî û tirk ji destpêkê ve ji hêla hiqûqî nehatin temsîlkirin. Dev ji nûnertiyê berdin, em her tim hatine paşguhkirin. Divê em bi hilbijartineke ku em demokratîk dihesibînin û jê hêvî dikin helwesta xwe nîşan bidin. Ez hêvî dikim ku her kes encamên hilbijartinê qebûl bikin û em bi hev re di atmosfereke biratî ya demokrasiyê de bijîn.”

Elîf Erata ji erdhejê rizgar bûbû jî diyar kir ku ew dixwazin aborî baş bibe: “Em piştî hilbijartinê hêvî dikin ku Tirkiyeyeke demokratîktir û bihêztir bibe. Em dixwazin aborî baş bibe. Em dixwazin ji bo gelên herêma erdhejê zêdetir bixebitin.”

Ahmet Akdemîrî ji got, “Li gorî min guhertin her tim baş e. Divê ev hikûmet jî biguhere, ji ber ku xeletiyên wê pir in. Dibe ku di destpêkê de pir xweş bû, lê di dawiyê de her tişt serobin kir. Ji bo me çi baş be bila bibe.”

Gaziantep Üniversitesi İletişim Fakültesi Gazetecilik Bölümü mezunu. Serbest gazeteci olarak çeşitli televizyon, gazete ve haber sitelerine fotoğraflı, yazılı ve görüntülü içerik üretiyor.