Rêwîtiya Xunava penaber a ber bi Almanyayê ve
*Fotoğraf: Hikmet Adal / bianet
“Gava ku min nêt kir ez rêwîtiyê bikim da ku ez bigihêm dergistiyê xwe li Elmanyayê, ez ji Mêrdînê çûm Stenbolê. Piştî ku ez 15 rojan li Stenbolê mam, min sê caran hewl da ku ez biçim Edîrneyê. Lê hewldanên min bi ser neketin.”
Xunava 29 salî, penabera Rojavayî ya ku niha li Almanyayê ye, wiha behsa çîroka xwe dike. Xunav piştî ku ew û Rojavayiyekî li Almanyayê biryarê didin bizewicin, li rêya çûna Almanyayê geriyaye. Lê ji ber ku destgirtiyê wê li Almanyayê karên xwe yên fermî neqedandiye, nekarîbû daxwaza çûna Xunavê bike û ew jî neçar maye bi rêyên nefermî biçe Almanyayê.
Li gorî daneyên ne fermî, di navbera salên 2014 û 2016an de milyon û 200 hezar penaber ji Tirkiyeyê ber bi Yewnanîstanê û ji vir jî ber bi Ewropayê ve çûne. Tê gotin ku nêviyê van penaberan Sûriyeyî ne. Xunavê jî weke van penaberan berê xwe daye Stenbolê.
“Em jî wekî her kesî dema ku şer derket, me hewl da em ji xwe re li şert û mercên çêtir bigerin. Ji ber ku bapîrên min ji Tirkî koç kiribûn di salên 1950î de, me jî biryar da em vegerin warê bav û kalan.
“Em di sala 2013an de jî ji bajarê Hesekê derketin û di deriyê sînorî de bi awayekî fermî derbasî Tirkî bûn. Em li Mardînê bicih bûn. Piştî bi çend salan ez destgirtî bûm. Di wê demê de dêya min bi nexweşiyekê ket û min nedixwest ez wê di wî halî de bihêlim. Ez li ber serê wê mam, sê salan heta çû ber dilovaniya xwe. Bi rêyên fermî ez nikarîbûm biçin cem dergistiyê xwe yê li Almanyayê. Ji ber vê yekê ez mecbûr mam di rêyên qaçax de biçim.”
Qaçaxçî li Stenbol û Îzmîrê ne
Penaberên ku dixwazin biçin Ewropayê ji bo ji xwe re rêyekê bibînin ji gelek deverên Tirkiyeyê berê xwe didin Stenbol û Îzmîrê. Lewra kesên bi rêyên ne fermî penaberan derbas dikin li van bajaran hene.
“Ez 15 rojan li Stenbolê mam. Min sê caran hewld da ku ez biçim Edîrneyê. Lê hewldanên min bi ser neketin. Qaçaxçiyên ku me dibirin, wan hejmareke mezin ji mirovan dixistin mînîbusê. Li Edîrneyê em li nav daristanan digeriyan. Em biqasî 70 kesî bûn, tevlî jin û mêr û zarokan. Qaçaxçiyan ji me re digotin ku em bê rawestan birevin. Em direviyan heta ku bîna me diçikiya. Em diketin, em dilikumîn. Canê me dibû birîn. Cihê birînên me şîn dibûn. Nayê bîra min ku min çend pêlav li wan rêyan birîn. Her dema ji bo em çem derbas bikin ciwanên di nav me de ji bo nepixandina belemê nakokî di navbera wan de derdiketin. Yekî ji yekî re digot, ez westiyam êdî dora te ye, tu binepixînî û ji ber wê wan her nîqaş dikir.
“Her carê wan çar pênc kes dixistin belemê de, ji bo barê wê giran nekin û noqî avê nebe. Em gelek caran bêxwarin û vexwarin diman. Qaçaxçiyan telefonên me ji me distendin, davêtin an jî dişkandin. Da ku telefonên me sinyalan nedin û polîs bi rêya radarê re bi me nehisin.”
Tirkiye û YEyê peyman îmze kiribûn
Di 18ê Adara 2016an de Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê peymanek îmze kirin. Li gorî vê peymanê Tirkiyeyê qebûl kiribû ku penaberan li welatê xwe bihêle û Yekîtiya Ewropayê li beramberî vî tiştî alîkariya darayî bide Tirkiyeyê.
Piştî vê peymanê penaberên ku dixwazin biçin Yewnanistanê, bi şûn de tên vegerandin.
Piştî ev peyman bicih bû di çapemeniya Tirkiyeyê de hin nûçe tên weşandin ku dibêjin hêzên emniyetê yên Yewnanistanê penaberan digirin, cil û bergên wan ji wan dikin, li wan didin û wan bi şûn de dişînin.
“Leşkerên Grêk me bi şûn da dişand”
Xunav jî di rêwîtiya xwe de rastî van kiryaran hatiye.
“Em çem derbas dibûn ku em bigihêjin perava din, lê leşkerên Grêk qeyikên xwe hildidan da ku me vegerînin erdên Tirkiyeyê. Em davêtin noqteya herî dûr da ku em rêya xwe winda bikin û em nikaribin vegerin. Çenteyên me davêtin çem. Telefonên me dişkandin. Li xortan didan. Lê me rêya xwe didît, ji ber ku qaçaxçiyan gelek telefon bi xwe re vedişartin. GPS bikar tanîn da ku em rêya xwe bibînin.”
Xunav ji bo biçe Yewnanistanê sê caran hewl daye. Cara sêyan ew derbasî Yewnanistanê bûye.
“Piştî ku me çem derbas kir, me xwe veşart. Em li bendê kamyonekê man. Em 70 şexs ketin nava kamyonê. Zarok di nava kamyonê de gelekî aciz bûbûn û deng derdixistin. Leşker bi me hesiyan. Em girtin. 14 sal cezayê girtîgehê li ajokarî birîn. Em sê rojan desteserkirî man. Di van sê rojan de xwarin jî nedan me. Piştî sê rojan kartek dane me û em serbest berdan. Em ji wir çûn Atînayê. Me xanî kirê kirin. Di 6 mehan de min 15 caran hewl da ku ez bi balafirê biçim Elmanyayê. Ez cara 16an bi ser ketim û hatim Elmanyayê.
Li Almanyayê piştî şerê Sûriyeyê hejmara penaberan zêde bûye
Li gorî daneyên nû yên Navenda Îstatîstîka a Almanyayê ya bi ser Wezareta Karûbarên Navxweyî ve girêdayî, hejmara penaberên Sûriyeyê yên li Almanyayê nêzîkî 800 hezarî ne. Di sala 2009an de 30 hezar penaberên sûriyeyî li Almanyayê bûn. Piştî şerê Sûriyeyê ev hejmar her ku çû zêdetir bû. Gelek ji van penaberan piştî şer berê xwe dan Tirkiyeyê ku li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyeyî li vî welatî ne. Ew penaberên ku hatin Tirkiyeyê beşeke ji wan ji wir bi rêyên fermî yan jî yên ne fermî derbasî Almanyayê bûne.
Rêxistina Koçberan a Navnetewî aşkere kiriye ku heta 7ê Hezîrana 2021an di nava salê de hezar û 453 penaberên dixwestin bi rêya deryayî de xwe bigihînin Ewropayê mirine.
Ev hejmar di sala 2020an de hezar û 160 bû.
Tirkiyeyê di 2020an de derî vekir
Di Sibata 2020an de li Idlibê êrîşeke asmanî li dijî leşkerên tirkan pêk hatibû û di encamê de 36 leşker miribûn. Piştî vê êrîşê Erdoganî di 29ê Sibatê de gotibû wan ji bo çûna penaberan a ber bi Ewropayê ve deriyê xwe yên sînorî vekiriye. Li gorî daxuyaniya Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê heta 13ê Adarê 75 hezar û 358 penaber ji Tirkiyeyê çûne. Lê Rêxistina Koçberan a Navnetewî (IOM) di heman demê de aşkere kiribû ku herî hindik 13 hezar penaber li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê kom bûne.
Ji bilî vê hejmarê bi sedan penaberan bi rêyên nefermî hewla çûna Ewropayê kirine û hê jî dikin.
Xunav yek ji wan penaberan e ku di encama hewldanên xwe de rêwîtiya xwe ya li Sûriyeyê destpê kiriye bi gihîştina xwe ya Almanyayê niha bidawî kiriye.
“Piştî ez hatim Almanyayê gelek caran axavtinên me penaberan tê bîra min. Di wexta nexweşiyê de me welatê xwe gelekî di bîra xwe de tanî û me digot çima xwedê em mecbûr kirin ku ev tişt werin serê me. Lê wexta ku li me dibû firehî hêvî ji me re çêdibûn, me digot em ê herin cihên nû, heyatên nû li pêşiya me ne.”
*Ji ber ku nexwest em navê wê yê rast binivîsin, me navê wê kir Xunav