Pirtûka Baranê
Biçe Mala Dayîk û Baban
Bi salan…
nemîne li benda min ê êxsîr.
Reng e hestiyên min
ên pişirandî
belav kiribin,
li goristaneke bênav.
Li çiyayekî,
ez bûbim darek
ku rext û çekê birayên te lê dikin.
Reng e bi salan,
hawara min derbihê,
ji nava gorekê
û te bixapîne
Li benda silavekê nemîne,
dibe ku qirika min,
bi xwe ra nebîne
gazîkirina bi dengê şikestî!
Reng e roj ketibe nava hestiyên min
û li wir qerisîbe,
wekî lêvên te
li wan salên berê.
Reng e dengê min,
bişibe dengê zîndanvanekî
ku çivîkek hisar kiriye,
bê qefes û dîwar
û bê derî!
Biçe mala dayîk û baban!
li wir hene
bi sedan silavên bi cî mayî,
keziyên hemû xwişkên min
reng e li ser kulekê bin
û ez dê ji nava qabekê
bi wê nihêrîna her carê
li hilatina şevê binêrim.
Biçe mala dayîk û baban,
tu yê destê min bibînî
ku bi hezaran kevok lê stirîne
û gewriya min,
xemilî bi hezaran hawar û ax,
ku çûne der û
xwe rizgar kirine.
Biçe mala dayîk û baban,
neynik di te da,
li behra hêviyên kûr dinêre
bê hest bi hêviyên kor.
Reng e li wir
roj hêj nefetisîbe
û lawên wî
bi kîmyawiyê nexeniqîbin
li pêsîra çiyayên bê nav û bê xwedî!
Li benda hestiyên min nemîne
ku ji bo te post bikin,
reng e bûbim kûd
bo dareke şehîd
ku zarok di bin da,
sêvên wehşî dixwin.
Berî ku roj biqerise
di qirika te da
û av bifetise bi xwîn û axê,
biçe mala dayîk û baban
ji bo oxirkirina
silavên bendewar.
Ger ku hûn gihîştibin heta vir… Êdî we meya vê helbesta ji Feqî – Cizîrî – Xanî – Mestûre Erdelanî – Şêrko – Kejal û Arjen Arî hatî xwendiye û êdî melek û şeytên, şêr û çeqel, gul û stirî bi hev hesiyane. Min got we meya vê helbestê xwendiye… Lewre meya helbesta kurdan, berî vexwarinê, tê xwendinê… Çikû ew, ”mey”; “Qîza Reza” ye li vê helbestê… (Xwezî we çima û çawaya vê meselê ji kurdîzanê hêja, babê min mamoste Teqyedînî guhdar kiriba). Qîza Rezê welatê wenda û welatê li her derê. Qîza Rezê welatê ku di şexsê her kurdekî/ê de hem welat hem jî bê welat e; hem mehsûmiyet hem jî bobelat e. Ku pirsekê bike; lê vexwarina meya helbestê, ew li ku ma? Di vê nivîsa baranhez bibêje de ka ewil bixwînin, bersîva wê hûn ê paşê bibînin.
Min di gotara xwe ya bi sernavê “Welatê gerok” de gotibû; Welat êdî di qutiyek kargoyê de ye û digere, nema disekine… Ew, xwediyê vê helbestê dibêje; “li benda hestiyên min nemîne ku ji bo te post bikin (bişînin). Nexwe welat di vê hevtemamkirina bi kovan de bûye yek û xwe li welatên xwe, yanî li me bwar kiriye û kemilandiye ne?
Îja hemin ku way we xwendiye û roj jî melûm e ji rojan çî ye; bila bişkên, bişkên hemî dinya di şûşeya meya vê helbesta ku ji Rojhilat Hilatiye û dil û mêlag li me nehîştiye! Bila bişkên, bişkên hemî qefesên ku niştimana vê helbestê wêran dikin û Çûyîna Mala Dayîk û Baban, dikin sêwîtiyek ebedî. Divê bişkên, bişkên hemî tirsên ku dibin sedema pelweşîna vê helbestê. Pelweşîn… Lewre wek “girtiyeke berê” û nenasê vî hozanê welatê min; deh carên din bûm pelweşîna çarenûsa vî welatî. Lew dem û dîroka ku di vê helbestê de direqise, me wek gulek hişk ber bi sehneyên rastiya nelayîq a îroyîn ve divirvirîne. Em ê li wir çi bikin, li wan sehneyan, wek gula hişk a virvirandî?
Lê bila gotin hiş bin li vir û bila helbest bimeşe, bipêçe, birêse û bipêje, çikû tenê ew dikare gola li milkê dil-dînbûyî der bike.
Pirtûka Baranê
Di ayetên baranê de
gotibûn
eger tu bihêy
şerê xwedayan
dê bidawî bibe
û gurebayê payîzê
êdî egala serê daran nadize.
Hemî kulîlk dê serê xwe rakin,
ber derê me temam dê bibe şilêr
êdî tovek jî
di erdî da narize
ji ber ku ba
dê tiliyên xwe
heta nava kêleka axê bibe
û hemî bejran* hişyar bike!
Di ayetên baranê da gotibûn
refa kotiran dê ji rojavayê derkeve
û êvarê dê di rojhilatê da biqulibe
bi rojê ra!
Jiyan ne xeteke saf e
bila her kes
di zayîngeha xwe da vemire!
Di ayetên wê pirtûka pirtî pirtî da
qet amaje bi reşahiyê nekirine,
bajar hemî spî bi rengê te
û dil hemî paqij bi rengê baranê
û hemî çiyayên Zagrosê
deriyên dilê xwe
bo bihareke sor vekirine.
Qet nebû carekê were
hembêza xwe tijî baran bike
û pirtiyên wê pirtûka han
di tasikekê da ji min ra bihîne
qet nebû bila dilê min
ji xeweke hezar salî
hişyar bibe!
Wek nivîskara pirtûka bi navê “Em Bûn Baran”… Bi hemî barantiya xwe dibêjim, ser çavan re hatî ey Armîn Temerzade! Û zor spas Pall Weşan..
*Bejran: tov