MENÜ
ANA SAYFA
Pencereyi Kapat
Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye - Atölye BİA
Yaşam
5 Mart 2022
Yaşam
5 Mart 2022

Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye

Okuma Süresi: 4 dk
Li ser kolanê "Mecbûriyetê" sahafek heye. Ji xwe li Agiriyê bi tenê Sahafek heye. Navê wê bi tirkî Sahaf Amca (Apê Sahaf) ye. Dikana Apê Sahaf Ii dawiya rêya “Mecbûriyetê”. Li binê xana Şaredariyê di qata binî de ye. Dikan bê paceye lê belê li çar aliyan pirtûk hene.

Bajarê Agirîyê bajarekî kevnar e û zivistanan gelekî jî sar e. Kolanên wê biçûk in û kolaneke wê heye bi navê “Mecburîyet”ê. Navê wê yê fermî Cumhuriyet (Komar) e. Ev der cihê herî navdar e li Agiriyê û sembola Agiriyê ye. Agiriyan navê wê daniye “Mecbûriyet”. Li Agiriyê bi tenê ev rê heye. Li ser vê rêyê meş dema hûn bikêf bin biseatan didome lê karê we hebe di penc deqiîqeyan de diqede.

Li ser vê kolanê sahafek heye. Ji xwe li Agiriyê bi tenê Sahafek heye. Navê wê bi tirkî Sahaf Amca (Apê Sahaf) ye. Dikana Apê Sahaf Ii dawiya rêya “Mecbûriyetê”. Li binê xana Şaredariyê di qata binî de ye. Dikan bê paceye lê belê li çar aliyan pirtûk hene. Dema hûn dakevin xwarê dibe ku bêhna we teng bibe, lê dema hûn çavên xwe hêdî hêdî li der û dorê digerînin, Apê Sahaf we bi ken pêşwazî dike û bêhntangiya we derbas dibe.

Apê Melîk e navê xwediyê dikana Apê Sahaf. Wî li Agirî’ye di sala 2004ê de dest bi karê sahaftîye kirîye. Li Agirîyê pirtûkfiros hene lê bi tenê yek sahafek heye. Ew jî Apê Sahaf e.

Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye - Atölye BİA

Apê Sahaf ango Apê Melîk ji me re behsa karê sahafiyê dike. Bi gotina wî, kelamên kevnar ên peşin ‘Bixwîne’ ne, lê xwendin bi tena sere xwe têrê nake. Li gor Apê Sahaf, hewceye ku wate jî pê re hevaltiyê bike. Ka em dêna xwe bidin Apê Sahaf li ser karê sahaftîyê çi dibêje: “Sahaftî karekî kevnar e û girane jî. Dibêjin ku demên berê padîşah beriyaderkevin seferan, pêşiyê bi sahafan û zêrfiroşan dişêwirîn. Sahaf, pirtûkên berê, çapen yekem kom dikin. Sahaf tenê pirtûkan kom nakin û nafiroşin. Dixwînin, bixwendinê ve li gelekî cîhan digerin. Dibêjim digerin yanê di nava rûpelên pirtûkan de digerin. Mirovan nasdikin, erdnigariyan nasdikin.”

Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye - Atölye BİA

Apê Melîk dema biryar dide ku dest bi karê sahaftîyê bike, pirtûkên wî kêmin û paceya dikanê tuneye. Ev rewşa hanê bêhna wî teng dike lê ew ji rêya xwe nazivire: “Dema serî ku hatim li Agirîyê, li vê derê pirtûk dihatin firotin lê pirtûk kêm bûn. Ji ber vê sedemê ev der hatîye girtin. Navbera min pirtûkan xweş e, em ji hev hezdikin. Min li ser karê sahaftîyê lêkolîn kir.Hevalên min ên pirtûkhez jî pêşnîyar kirin. Min biryar da ku ez vî karî bikim. Piştî pirtûkfiroşî ev der girt û me biryar da em vir vekin, ez û hevalên xwe, me di deh panzdeh rojan de ev der paqij kir û vekir. Berê min pirtûkên xwe yên malê anî û paşê hedî hedî zêde bûn. Tenê roman û ansîklopedi tune ne. Pirtûkên dibistanan jî henin. Ger ku şanse we hebe, dibe pirtûkên gelekî biqîmet derkevin pêşîya we. Weke Pirtûkên Yaşar Kemal ku bixwe îmze kirîye. Xwendewanên xwendina pirtûkandiqedînin an jî bi kêrî wan nayên tînin li vê derê.”

Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye - Atölye BİA

*Sahaf Melîk û Leyla Yildirim

“Ciwanên niha gelekî jîr in”

Xwendevan û ciwanên li Agirîyê, li gor Apê Sahaf gelekî jîr in. Ku derfet bên afirandin jîrbuna wan derkevê holê. Li ser ve mijarê wiha dibêje; “Gelek jîr in. Lê belê dewra ku em dijîn dewra teknolojîyê ye. Weke xwendewanên berê nînin. Telefonên di destê wan de wan gelek digerîne û nahele ku bêhna pirtûkan hildin. Xwendewanên ku tên li ve derê ji sedî heftê rewşa wan ê aborî baş nîne. Lê di hêla xwendinê de jêhatîne. Ji ber vê jî pirtûkan penc, deh panota difiroşim. Naxwazim ku di zorê de bimînin. Armanca min pere nîn e. Qet jî nefikirîm. Hîn caran tên ku pirtûkan bikirin, hîn caran tên qal dikin, hîn caran jî ji bo bersiva pirsa jîyana xwe çawa rê bibin digerin. Rêjeya Xwendina Agirîyê li gor berê zêde bûye. Sedema wê jî vekirina zanîngehê ye. ”

Di navbera sohbeta me de mirovek kete hundir. Min navber da pirsên xwe. Apê Malik li wî mirovî nerî. Di destê wî mirovî de kaxizek hebû. Bi dengekî nizm û şermok pirsî û got: “Gelo ev pirtûk li ba we heye yan na?”. Mirovî pirsa pirtûka “Çavdar Tarlasında Çocuklar”ê dikir. Apê Sahaf kaxiz jê xwest. Lê mêrikî kaxiz nedayê, got ku “Dibe ew ji nivîsê fêhm neke.” Apê Melîk kenîya û got “tuneye”. Me herduyan bi hev re got, “Tu dikarî li pirtûkfiroşa Kafa Dengiyê peyda bikî.” Mêrikî kumê xwe da li serê xwe, xatire xwe xwast û çû.

Li Agiriyê li dawiya Kolana “Mecbûriyetê” dikana Apê Sahaf heye - Atölye BİA

Me jî sohbeta xwe dewam kir. Apê Sahaf demeke dirêj e vî karî dike. Bi mirovan re dide û distîne. Min jê xwest ku ew behsa serpêhatiyeke xwe ji min re bike. Gulpek ji çaya xwe hilda û wiha bersiva min da: “Xwendewanek diçû û dihat vir. Bavê wî cambaz bû, li bazara ajalan ajal dikirîn û difirotin. Her dem bêhsa vê dikir û digot ku bavê wî çarê sibehê radibe û wî jî bixwe re dibe bazarê. Li ser xwendina wî jî gelekî hişkbû. Jê re dibêje ku ‘bavê te vî karî dike, tê jî vî karî bike’. Gelekî heyfa min pê dihat. Ji ber ku gelekî jîr bû. Dema ku diçe bazarê pirtûkên xwe ji bêrîkên xwe kêm nedikir. Gelekî niqaş çêbû lê belê di dawîyê de malbatê qanih kir, dibistanê qedand. Aniha bijîşk e. Dem dem em bi hevre diaxivin.”

“Ger ku yek derkeve bibêje ez ê vî karî bikim…”

Pişti vê qiseyê gelekî fikirî, min jê pirsî ku Li çi difikire? Lewre ji karê xwe hez dike. Wiha bersiv “Ez ji karê xwe gelekî hez dikim. Heya berdewam bike di vê rê de ez ê bimeşim. Piştî min kî wê î karî dewam bike, nizanim. Ger ku yek derkeve bibêje ez ê vê vî karî berdewam bikim, çavên xwe girtî ez ê teslîmî wê/î bikim. Lê ku pê bawer nebim, bila pirtûkên min hemûyan parve bikin û li dibistanên gundan belav bikin.”

Gaziantep Üniversitesi Gazetecilik bölümü mezunu. Atölye BİA 11-15 Kasım 2019 “Kadın-LGBTİ+ ve Yargı Haberciliği Atölyesi” ve 4 Aralık 2021 “Kürtçe Hak Odaklı Habercilik Atölyesi” katılımcısı.